Zozan
Casimê Celîl
Roja Nû
Tenamara kenya ro ji ezmana,
Nûr û şemal da mîna şandana,
Ew tuî tu mîna roê,
Te şemala xwe avît ser dinê.
Dinê ne welidîye merîkî mîna te,
Lênîn, Lênînê Mezin, tu kinêzê me.
Lênînyte qewet hildaye ji roê,
Te ew bela kirye ser bendê dinê,
Lênîn te qewat hildaye ji bera,
Bela kirye dinê, daye her benda.
Dinê ne welidîye merîkî mîna te,
Lênîn, Lênînê Mezin, tu kinêzê me.
.....
Serecem
Rojê min
1. Lênînê Mezin / 13
2. Oktyabir /
3. Xwelîya Weten / 14
4. Weten Dêyî / 15
5. Li Bin Teva îroîn / 17
6. Hergav Çaxê Ku Bahar Tê / 18
7. Bîranîn / 19
8. Ji Rojê Buhurî / 22
9. Ezî Cahilim / 28
10. Ez Hiz Dikim Bahara Bîn / 31
11. Dilê Bengî / 32
12. Tê Bîra Min / 33
13. Bîranîn / 34
14. Şemdanê Yêrêvanê / 36
15. Tev Nêbîyê Xwe / 43
16. Xanîê Me / 46
17. Xazil Li Te / 48
18. Cemîla Minra / 49
19. Wêde / 50
20. Kê Dikare / 52
21. Sala Teze / 53
22. Gurcistanêra / 54
23. Xêbera Dayka Şîralî / 57
Li Nav Cîaê Kurdıstanê
24. Çîaêd Kurdistanê / 69
25. Çîaêd Zagrosê / 71
26. Her Qîzêke Me Gulane / 72
27. Kilama Qîza Kurd / 72
28. Zimanê Dê / 74
29. Nema Dê / 76
30. Hergê Şikilkêş BÛyama / 80
Dilê Bengî
31. Pêştirî Min / 85
32. Tenê Ew Tu Bî / 86
33. Hizkirya Minî / 89
34. Teweqe Dikim / 90
35. Vê Êvarê / 90
36. Divên / 91
37. Dinya Bive Hingiv, Şerbet / 91
38. Çîaê Sîpanê Bilinde / 92
39. Xeberdan / 94
40. Xema Neke / 95
41. Xevzn / 96
42. Nazikê / 97
43. Min Tu Dîtî / 98
44. Karxezalê / 99
45. TÛncikzer / 100
46. Sifet / 101
47. Delal / 102
48. Ser Kanîê / 103
49. Delalîê / 104
50. Kilamê Bengîya / 105
51. Şaîr û Hizkirya Wî / 110
52. Ax, Ber Hêsuya Konê Me Reş / 111
53. Kanî / 112
Li Ser Singê Elegezê
54. Elegeza Minra / 115
55. Li Ser Singê Elegezê / 117
56. Dîsa Li Zozana / 119
57. Xezalê Çîa / 121
58. Xew Li Çeva Herimandye / 122
59. Ez Teva Geş Hiz Dikim / 122
60. Kulavreşo / 124
61. Pêyzaj / 125
62. Çi Navê Deynim / 126
63. De Xatirê We, Gulê Delal / 129
64. Mehê Baharê / 130
65. Huba Şivan / 131
66. Şev Li Obê / 133
67. Ser Topê Gujme / 134
Şêrê Kal
68. Gundî û Çivîk / 137
69. Sulêman Pêxember û Balçêmk / 138
70. Deve û Berf / 141
71. Kûsî û Xezal / 144
72. Hesk û Beroş / 146
73. Tejî û Kêwrûşk / 147
74. Darbir û Dar / 149
75. Seê Birçî / 151
76. Beq û Xezal / 153
77. Berx û Gur / 155
78. Hirça Aqil / 157
79. Şêrê Kal / 159
80. Nado û Nazê / 171
ŞAYIRÊ NASKIRÎ
Babae Keleş
Navê Casimê Celîl pêşdaçûyîna kûltûra kurdêd sovêtîêra girêdaye. Ew endamekî wê silsileta întelîgênsîa meye pêşîne, ya ku kevirê hîmê lîtêratûra kurdaye sovêtîê danî û xwe jî bû sazdarekî wê lîtêratûraê. Û eva pêncî salî zêdetire, wekî ew li rya lîtêratûraêye dijvarra dimeşe, lîtêratûra miletîê bi efrandinêd xwexwetîê û tercmêd klasîkêd cimetêd mayînra dide dewlemendkirinê.
Casimê Osêê Celîl sala 1908-a gundê Qizilqulêda (nehîya Dîgorê, qeza Qersê) ji dya xwe bûye. Bavê Casim gundîkî kesîb bû. û hela biçûktîêda Casim telya emir texmînkir.
Kurkê biçûk teze pêra gîhandibû xêr û şera dinê fambike, gava şerê hemdinyaêyî pêşin destpê bû. Sala 1918-aye çetin gele-gele malara tevayî usa jî mala bavê Casirn ji yêr-miskenê xwe leqya,dero- dero bû û xwe rya xerîbe nenas girt.
Paşê şayîr, gava ew roja bîr anîne, nivîsîye:
Derbaz bûm ji bestê xike-xalî, Derbaz bûm gundê kambax, bê merî, Bavê min ez dibirim, dilda saw bû, Direvyan, diçûn, berbi ku nizahbû.
Mala bavê Casim ji şûrê qetlê revî, çawa paşê şayîr dinivîse, nava "xûnê û cinyazara" hat, gihîşte nehîya Aparanê. Lê vê carê jî xelayê û nexweşîyê ber derê wana çok verdan û nava çend mehada ji mala giran tenê Casimê 10 salî ma. Ew mecbûr bû de rê êtîmxana bikute. Pêşîê kete êtîmxana Aleksandrapolê (Lênînakana naha), paşê jî kete êtîmxanêd Celaloxlîê (Stêpanavana naha) û Yêrêvanê. Zûtirekê Ermenîstanêda qeydê sovêtîê hate tesdîqkirinê. Û çawa pêşîya bi hezar-hezar êtîma, usa jî pêşîya Casimê biçûk rya anre bextewar vebû. Sala 1927-a Casimê komsomol (ew sala 1925-a nava cêrgêd komso molada hatibû qebûlkirinê) xweyê xwendina ortê pê avîte ser rya emir.
Salêd 1927-1931-ê Casimê Celîl mektebêd Bakûê û Tibîlîsîêye eskerîêda hîn dibe. Hema vêderê jî sa la 1930-î ew nava cêrgêd Partîa Komûnîstîêye Tfaqa Sovêtîêda tê qebûlkirinê.
Sala 1931-ê Casimê Celîl dixebite çawa dîrêktorê têxnîkûma kurdaye Pêşkavkazêye pêdagogîê. Sala 1932-1938-a ew neşîreta Ermenîstanêye dewletêda dixebite çawa serwerê para lîtêratûra kurdî û rêdaktorê cabdar. Casimê Celîl wan sala rêdaktorîê gelek kitêba dike, berevokêd efrandinêd nivîskarêd kurdêd sovêtîeye pêşin hazir dike û dide neşirkirinê, tevî hazirkirina kitêbêd dersê zimanê kurdî dibe.
Lê destanîna xwendina bilind, dewlemendkirina zanebûna tabetî nedidane Casimê cahil(ciwan-R.N.). Sala 1938-a ew fakûltêta înstîtûta Yêrêvanêye dewletêye ziman û lîtêratûraêda tê qebûlkirinê û sala 1941-ê bi açixî kuta kir. Xwendinêra tevayî ew usa jî dixebite çawa dîrêktorê mekteba Yêrêvanêye ser navê Nar Dose êvarê.
Sala 1955-a radîoa Ermenîstanêda para xeberdanêd kurdî vebû. Casimê Celîl hate kivşkirinê çawa rêdaktorê wê parê. Bi serwerya Casimê Celîl hîmê berevkirin û nivîsara stranê kurdî li radîoa Ermenîstanê hate danîne. Wextê wîda hezarî zêdetir kilam û miqamê cimeta me hatine nivîsarê û ji undabûnê xilas bûne.
Ji sala 1972-a heta van pêla Casimê Celîl dîsa neşîreta Ermenîstanêye dewletêda serwerê para lî- têratûra kurdî dikir.
Rîya Casimê Celîle efrandaryê ji salêd sîîda destpê dibe. Hema wan sala bû, wekî efrandinêd wî ye xwexwetyêye ewlin û tercme rupeled gazeta "Rya Teze"-da hatine neşirkirinê. Ji berevoka efrandinêd nivîskarêd kurdaye sovêtyêye dudada destpêkirî efrandinêd Casimê Celîl wanda cîkî berbiçev digrin. Ewî bi xwe çend berevokêd usa hazirkirinê rêdaktorî wan kirîye.
Ji salêd 30-da efrandinêd H. Tûmanyan û A. Pûşkîn tercmeyî zimanê kurdî dike. Salêd 30-da ew çend efrandinêd H. Tûmanyan bi kitêbêd başqe bi tercma zimanê kurdî dide neşirkirinê. Sala 1949-a bi tercma C. Celîl berevoka şîêr, çîrok û proza Pûşkîn bi zimanê kurdî ronayî dibine. Xwendevaned kurd mecal stend bi zimanê dê efrandinêd klasîkekî lîtêratûra hemdinyaêyî berbiçev bixûne.
Bi hazirkirina C. Celîl salêd 1936-a û 1953-a bi zimanê ermenî du berevokêd efrandinêd şayîrêd kurd hatine neşirkirinê, kîjana nasîya xwendevanêd ermenî didane destanînêd lîtêratûra kurdaye sovêtîyê.
Ji sala 1954-a hetanî sala 1966-a çar berevokêd efrandinêd Casimê Celîl - "Elegez", "Beyt-serhatî yêd kurdaye evîntîyê", "Kanîya dê", "Ocaxa min"bi zimanê ermenî hatine neşirkirinê, kîjana Casimê Celîl dane naskirinê çawa şayîrekî kurdê sovêtîyê yî berbiçev. Sala 1956-a gazêta "Pravda"-êda şiêra Casimê Celîle "Lênîn", lê sala 1963-a gazêta "lzvêstîa"-êda şiêra wîye "Çîaêd Kurdistanê" hatine neşîrkirinê. Sala 1968-a Moskvaêda berevoka efrandinêd Casimê Celîle bjare bi semivîsara "Bi rêêd wede" neşir bû.
Xwendevanê welêt efrandinêd şayîrê kurdra bûne nas, kîjan bi lîrîka nazik bi dilekî sax pesnê emrê meyî îroyîn dide, derheqa yazîya pareke cimeta xweye bextewar, ku welatê sovêtada dijî, dinvîse.
Sala 1960-î bi zimanê kurdî berevoka Casimê Celîle "Rojê min" neşir bû. Gereke bê gotinê, wekî ev berevoka nava efrandinêd Casimê Celîlda cîê xweyî layîq digre. Virada goveka fikirmîşbûna şayîr diha fireye, sifetêd ku ewî bijartine, hewaskarin û hukumkirin.
Sala 1970-ê berevoka şayîre "Kilamê çîa", lê sa la 1975-a berevoka "Oda kurda" bi zimanê kurdî neşir bûn. Van berevokada şiêrêd teze û usa jî ve çêkirina çend nimûnêd zargotina cimeta kurda, ku derheqa şerkarya wêye azadaryêdane neşir bûne.
Sala 1980-î berevoka Casimê Celîle nû "Kurdê bengî" neşir bu. Efrandinêd vê berevokê nîşan di- din, wekî şayîrê meyî hizkirî, nenhêrî salê xwe (ew îdî ji 70-î debaztire) hela bi kela cahiltyê va diefrîne.
Şiêr û poêmêd vê berevokê pesindayîna anir û xebata merivêd sovêtîyêye, efatî û mêrxasya wê dane.
Têma şerkarya cimeta kurdaye miletyê azadaryê gelekî nêzîkî dilê şayîre, û bi vê temaê ewî gelek efrandinêd giranbaha sazkirye. Vê berevokêda "Kilama Hozbek" û Poêma şerkaryê" neşir bûne, ku destanînêd poêzîya kurdaye sovêtyene.
Casimê Celîl îro xudanê gelek berevokêd şiêr û poêmana. Ewî usa jî bi hostatî gelêk nimunêd zargotina me veçêkirine. Ji salêd 30-da hetanî niha
kitêbêd dersê zimanê kurdî hazir dike.
Casimê Celîl pesindarê rojê meye, pesindarê wetenê sovetîyê û cimeta xweye bexteware. Ew yazîya cimeta xwe ji yazîya cimetêd welatê meyî mezine mayîne biratyê nade başqekirinê, pêşdaçûyîn û gul vedana cimeta xwe altindarya seyasetya partya Lênînyêye miletîêye aqilbendra dide girêdanê. Şiêrêd "Lênîn", "Oktyabir", "Wetenê min" û gelekêd
mayînda ew pêşda tê çawa dibêjê dostya cimeta, te refdarê edlayê û heqyê.
Komekdarya Rûsya mezin
Û cimetê biratî,
Xweyê xwelîê îro emin,
Û dijîn em pismamtî.
Casimê Celîl dêmekî lîtêratûra kurdaye sovêtyêye naskirîye.Efrandinêd wî bi zimanê cimetêd TRSS (Tifaqa Rêpûblîkêd Sovyêtîstana Sosyalîst-R.N.) û zimanêd cimetêd welatêd dereke hatine tercxnekiri nê.Ew ji sala 1936-a uzvê tifaqa nivîskarêd TRSS-ye. Sala 1954-a tevî qurilta nivîskarêd TRSS bûye Lê du sala şûnda tevî dehrojya îskûstva û lîtêratûra ermenîyaye li Moskvaê bûye û hema vê salê jî bi medala "Bona başbûna xebatê"-va hatye rewakirinê. Ewî usa jî layîqî huxmetnama Sedirtya Sovêta RSS Ermenîstanêye tewrebilind bûye.
Casimê Celîl û neferêd mala wî usa ji şuxuleki milethizyêyî mezin dikin di dereca berevkirin û ji undabûnê xilazkirina xezna meye miletyêye zar.
Li min pire niha hizret,
Kanîk xwera kirye zîaret,
Timê diçim ber wê kanîyê...
Şiêra xweye "Kanîda" şayîr ha nivîsîye. Ew kanî cimeta şayîre qedîmîye, ji kîjanê ewî av vexwarye û bi qelem û şuxulvanya xweva bi helalî qulixî wê dike.
Rojê Min
Lênînê Mezin
Tenamara kenya ro ji ezmana,
Nûr û şemal da mîna şandana,
Ew tuî tu mîna roê,
Te şemala xwe avît ser dinê.
Dinê ne welidîye merîkî mîna te,
Lênîn, Lênînê Mezin, tu kinêzê me.
Lênînyte qewet hildaye ji roê,
Te ew bela kirye ser bendê dinê,
Lênîn te qewat hildaye ji bera,
Bela kirye dinê, daye her benda.
Dinê ne welidîye merîkî mîna te,
Lênîn, Lênînê Mezin, tu kinêzê me.
Te bi destê pola anrê kevn hûr kir,
Emrê teze, şemal li dinê geş kir,
Destê te pola qewat dan feqîra,
Qewata bêhesab, kûraya okîana.
Dinê ne welidîye merîkî mîna te,
Lênîn, Lênînê Mezin,tu kinêzê me.
Te da kurda şabûn û mal,
Te ew kir xayê keda wî helal,
Tu bûyî hub, edlayê dinê,
Tu bûyî çîayê Cûdê bona edlaye.
Dinê ne welidîye merîkî mîna te,
Lênîn, Lênînê Mezin, tu kinêzê me.
.....
Casimê Celîl
Zozan
Roja Nû
Weşanên Roja Nû
Zozan
Casimê Celîl
Stokholm 1982
Weşanên Roja Nu : 5
Navnîşan:
Box 4038
141 04 Huddinge / Sweden
ISBN 91 7672 005 5
Bokförlaget Roja Nû
Copyrigt Casimê Celîl
Printed in Sweden
Stockholm 1982
Axlinos Tryckeri AB. Södertalie