Dê şêrîn e
Firat Cewerî
Compte d’auteur
Gava ku me mal bar kir
ji gund em çûne bajêr
Diya min got: Kurê min
Bixwîne, bibe wek şêr
Hingî bavo qeherî
Çav serî de bûn tas
Got: Tu kes bi xwendinê
Nebûne xurt u mêrxas
.....
Naverok
Zarokno, hevalên hêje û delal / 5
Ya herî baş xwendin e / 7
Ala min / 10
Pêşmergê piçûk / 12
Vegere bavo / 14
Dev navêje pîrka xwe / 16
Ez im zanê dibistan / 18
Wer em herin dibistanê / 20
Min ev şîret girt ji giran / 22
Ap û birazî / 24
Berxikê mamostê xwe me / 26
Dê şêrîn e / 28
Kalo Dîban / 36
Hewşa dibistana me / 37
Tu şêrîn e dayê / 40
Name ji diya min re / 42
Pîra Eyşê û gavan / 48
Rovî u qeraş / 51
ZAROKNO, HEVALÊN HEJA Û DELAL!
Min ev pirtûk ji bo we nivîsand, ji bo we zarokan. Gelo hun ji navê wê hez dikin? "Dê şêrin e” Ma ne rast e, qey dê ne şerîn e, zarokno? Ma ne diya me ye, ku serê me dişo? Ma ne diya me ye, ku li dû me digirî? Ma ne diya me ye, ku em anîne dine?
Le wê ji bo çi dê ne şerîn be? De şerm e, zarokno!
Gelo hun wekî din bi çi dilebikin û ji çi hez dikin? Gava ku ez weke we zarok bûm min ji xwendine, jikar û ji hevalên xwe hez dikir. Lê rojeke min û hevaleki xwe li hev xist. Min û wi hevali pir ji hev hez dikir. Gava ku me bi hev re lîst wî fen kir, ku min dî wî fen kir, min xwe lê rakşand û kevirek avête jê de.
Kevirê min çû û li serê wi ket. Gava ku min dî xwîn ji serî hat, ez pir poşman bûm û min ji tirsan bazda malê. Piştî wê bavên pê hesiyan û li hev rabûn. Wan hevdu ji me betir êşandin û heftekê bi hev re nepeyivîn. Lê ê me, em piştf we bi saeteke li hev hatin û me dîsan weke berê bi hev re list. Gavaku baven me bihîst ku em weke berê bi hev re dipeyivin û dileyizin û ew ji hev xeyidî ne û bi hev re napeyivin, hingi li ber xwe ketin û ji xwe şerm kirin.
Rojekê em bi malî çûn mala hevalê min, ji bo ku bavên me li hev bên û bi hev re bipeyivin. Hingî bavê min ev gotinên han ji bavê hevalê min regot:
-Ciran, bi serê bavê te ne rast e, ku em ji bo zarokan li hev dixin û xwe ji hev dixeyidînin. Zarok saf in. Tişteki nebaş û xerab di dilê zarokan de tune. Le ji me mezinan re şerm e, ku em zarokan hînî nebaşiyê û şer dikin. Ha iro li hev xistin dê sibe li hev bên. Yê me em ne wa ne, ku em derbekê li hev xin an dilê hev bihêlin, êdî em dibin dijminên hevdu û mala hevdu wêran dikin.
Di wê navberê de bavê hevalê min cigare îkramî bavê min kir. Piştî ku bavê min cigara xwe vêxist, dîsan peyrvi:
-Dibên, du cîran hebûn. Herdu cîranan pir ji hev hez dikirin. Lê rojekê zariwên herdu cîranan li hev xistin, piştî li hevxistina zarokan, herdu cîran li hev radibin û hevdu rezîl û kepaze dikin. Dikin nakin naxin serê hev. Dawî dawî, her yek lawê xwe li kolana xwe dike û berî didin mala şêx ji bo gilî. Gava herdu bav bi rê de diçin, zariwê wan li ser kolanên wan, lingên xwe li kêlekê wan dixin (weke ku mirov lingên xwe li bin zikên hespan xe) û ji hev re dibêjin.
-wer em hespên xwe bibezînin, bê hespên me kê beza ye.
Hingî herdu bav ji kirinên xwe şerm dikin û paş de vedigerin.
Piştî ku bavê hevalê min axînek kişand got:
-Welleh rast e, cîran! Şerm e ji me mezinan re, ku em zarokan hînî xerabî û nebaşiyê dikin.
Lê, zarokno! Divê ku em wisan mezinan şermkar derxînin. Ji bo vê jî divê, ku em ji hev hez bikin, bi hev re bileyizin, bi hev re bixwînin û bi hev re kar bikin.
Ez hêvîdar im, ku dê ev pirtûka di destên we de hin tiştan hînî we bike û bala we bikşîne ser zimanê dayika we.
Nemaze bi wêneyên xuşka me Meyro Zîlan pirtûk hîn xweştir û bi giyantir dibe. Bi qasî helbestan dê kêfa we ji wênan re jî bê.
Firat Cewerî
Ya Herî Baş Xwendîn e
Gava ku me mal bar kir
ji gund em çûne bajêr
Diya min got: Kurê min
Bixwîne, bibe wek şêr
Hingî bavo qeherî
Çav serî de bûn tas
Got: Tu kes bi xwendinê
Nebûne xurt u mêrxas
Diya min ser de rabu
Got: Li lêwik wa neke
Xwendin e ya herî baş
Wek xwe nezan raneke
Bavê min êdî bû ar
Êrişî diya min kir
Bi lêxistin û xeber
Got:Tu me neke kafir
.....
Firat Cewerî
Dê şêrîn e
Compte d’auteur
Compte d’auteur
Fırat Cewerî
Wêne: Meyro Zîlan
Dê şêrîn e
Uppsala 1983
Copyright: Fırat Cewerî
lllustrationer: Meyro Zîlan
AOffset, Uppsala 1983