Dilopeka Xwîna Dila
Hozanvan Cankurd
Weşanên Rewşen
Dexsîna dilê min ji van tivîrkane Welatê wan li pişta wane Û jiyana wan geryane Derbas dibin tixûbên dûr Û sînor di zimanê wan de nihane...
Dexsîna dilê min ji van zarokane Evên ku bi roj dilîzin, Dibezin... Dimîzin... Û di xewnê de lîstikan dibînin Û hêviyên mezin ji xwe re diçînin Û nizanin ku ba tijî jehre Av tijî jehre Û pîVaza ku em ji enkûrê hildikin Û her tiştekê ku em dixwun... Serecem
Dilopeka Xwîna Dila Dexsîna dilê min / 13 Dewrana Kurdan / 16 Newroz / 18 Newroz / 20 Strana lawikê gundî / 21 Bilbil / 24 Rewşa min û welatî / 26 Ez û kewî / 28 Xulî li / 30 Li paş dîwarên bêdengiyê / 32 Çerxa zorê / 34 Xewnên min / 35 Dem bihare / 36 Heval Berzencî / 38 Dem / 40 Dayîka min / 42 Xencera eşqa welatî / 44 Newroz / 46 Welatnadim / 48
Hinde Lêdanên Dilî Cotyaro / 53 Karker / 55 Rêhevalê min / 57 Reyên welatê min / 59 Xwînrêtinê Kuba vejand / 62 Helepçe / 64
Pîrozî Welatê zayînên teze / 69 Bo Sirwe / 71
Merşên Lawan Canfîda / 77 Merşa lawan / 79 Baran barî / 80 Lo hevalo! / 81 Ax Kurdistan / 83 Lawî Kurd / 84 Hunermend / 85 Banga cengê / 87
Derketî Derketî / 93
Nalîna Sêwıyê Koçer Nalîna sêwiyê koçer / 105
Helbestên Wergerandî Hespê sipî / 115 Çi jê ma? / 116 Gotin / 118 Rewşname / 119 Di tava hêvê de / 124 Bênder / 126 Pirsên çalê / 129 Leşkerên hêviyê / 131
Têbînî / 137
Dexsîna dilê min
Dexsîna dilê min ji van tivîrkane Welatê wan li pişta wane Û jiyana wan geryane Derbas dibin tixûbên dûr Û sînor di zimanê wan de nihane...
Dexsîna dilê min ji van zarokane Evên ku bi roj dilîzin, Dibezin... Dimîzin... Û di xewnê de lîstikan dibînin Û hêviyên mezin ji xwe re diçînin Û nizanin ku ba tijî jehre Av tijî jehre Û pîVaza ku em ji enkûrê hildikin Û her tiştekê ku em dixwun...
Dexsîna dilê min ji masiyên deryane... Û ji van trênane Evên ku di şeva reş de Dibezin di rê de Derbasdibin tixûbên welatê min Û hîn wê de...
Tenê xwe rûdinim Di bêdengiya şevê de Weke melayê di nimêja sibê de Û dostan di bîra xwe de Yek bi yek dijmêrim Li deriyê malê dinêrim Û guh didêrim, Ku yek ji wan bê Di vê tenahiyê de... Xerîbiyê! Te hestiyê min hêra Ezê giliyêd xwe bikim Lê ji kê re Ji kê re...
Dexsîna dilê min ji van hunermendane Kela dilê xwe dirêjin Û hesretên xwe dibêjin Û jiyana wan eşq û strane...
Xerîbiyê! Te ez girtim bi dava Weke mirovê kûr ji herdu çava Te lingêd min xistin kemenda Û bi ser de anî lehiya van derda... Xerîb!yê! Ezê xwe azakim ji van koletiya Û ji van derda... Ezê xaniyekî xwe li gundê me avakim Û bîranînêd xwe ji razanê rakim Ezê dilê dayîka xwe şakim... Ezê divîtê xwe bavêjim Û van dilopên xwîna dilî narêjim Narêjim...
1986 .....
Hozanvan Cankurd
Dilopeka Xwîna Dila
Rewşen
Weşanên Rewşen Weşanên Rewşen 1 Dilopeka Xwîna Dila Hozanvan Cankurd
Weşanên Rewşen 1 Dilopeka Xwîna Dila - Helbestên Kurdî
Çapa Yekemîn: Cotmeh 1988
Xwedî: YRWK Yekîtiya Rewşenbîrên Welatparêzên Kurdistan Max Str. 50 5300 Bonn 1 / BRD
|