La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Evdirehîm Rehmî Hekarî: Gaziya Welat


Auteur : Sedat Ulugana
Éditeur : Lîs Date & Lieu : 2016, Diyarbakır
Préface : Pages : 78
Traduction : ISBN : 978-605-9014-84-7
Langue : KurdeFormat : 125x200 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Ulu. Evd. N° 5856Thème : Littérature

Evdirehîm Rehmî Hekarî: Gaziya Welat

Evdirehîm Rehmî Hekarî: Gaziya Welat

Sedat Ulugana


Lîs


E. Rehmî Hekarî - Helbestvan û nivîskarê navdar ê weltparêz, di sala 1890’î de li navçeya Elbaka Wanê hatiye dinyayê. Hem ji alîyê bav hem ji alîyê dêya xwe ve ji binemalên mezin ê qedîm ên Hekarîyê ye. Xwendina xwe ya seretayî li Elbakê, ya navîn li Wanê û ya bilind jî li Stenbolê di Zanîngeha Teolojîye de temam kiriye. Ebdurehîm Rehmi Hekarî, hem ji binemaleke oldar hatiye, hem jî wî bi xwe xwendina olî dîtiye. Ji ber vê xwendina olî û her wiha jîrî û zanyarîya xwe ya takekesîtî, li Tirkîye bûye teologekî navdar. E. Rehmî, hem berî dîlîya xwe li Kurdistan û Stenbolê û hem jî di demên dîlîyê de li Ûrisatê xebata nivîskarî û hîndekarîya olî dike. Lê belê; piştî vedigere Stenbolê di nava kar û xebata Kurdayetîyê de cih digre. Ji destpêkê heta dawîyê di Kovara Jînê de (1918-1919) dinivîse. Her wiha tevî xebata pratîk a polîtîk jî dibe û digel ronakbîrên navdar ên wê demê weke Emîn Alî Bedirxan, Seyid Evdilqadir Geylanî, Seîdê Kurdî, Memdûh Selîm Begê, Evdilwahid Berzencî û hwd. dibe endamekî karîger ê “Komeleya Pêşketina Kurdistan” û “Komeleya Xwendekarên Kurd Hêvî”. Ebdurehîm Rehmî Hekarî yê ku xezûrê nivîskar Musa Anter e di 9'e Sibatal 958’an de li Stenbolê çûye ser dilovanîya xwe û li wê derê hatiye veşartin.


Naverok

Pêşgotin / 9
Jîyan û Berhemên Ebdurehîm Rehmî Hekarî / 11
Gazîya Welat / 31

Gazîya Welat Cild I. (Kitêba Ewel)
Bang/ 43
Qewî Bi Xwarina Ze’îfan Dijîn / 44
Destê Tenê DengJê Nayet (Yekbûn) / 45
‘Eşqa Welat / 46
Selaya Paşîvê / 48
Bêhêvî Nebin! / 49
Sersal /51
Heyye ‘Ele’s-Selat / 52
Mirovînî / 53
Deng/54
Nalîna Sêwîkî /55

Gazîya Welat Cild II. (Kitêba Duyem)
We en leyse lil-insani illa ma se’a / 59
Kulu we-şrebu wela tusrifu /61
Firqet / 63
Wuslet / 64
Kef (Kew) / 66
Yekbûn / 67
Lorîya Welat / 68
Hewar / 70
Gazîya Welat /71
Bihûşt / 73
Zozan /76


PÊŞGOTIN


Divê ez di serî de dîyar bikim ku ez ne wêjevan im, ji ber vê yekê wêjevanî ne hedê min e. Ez ve berhema wenda, pêşkêşî wêjevan û xwendevanên Kurd dikim. Divê ev berhem ji alîyê wêjevan û xwendevanan ve baş were nirxandin, ji ber ku ev berhema Ebdurehim Rehmî Hekarî ya bi navê Gazîya Wêlat, di zincîra ede- bîyata nûjen a Kurdî de, xelekeke wenda ya zêrîn bû. Ev e me du cildên Gazîya Welat bi vî avayî amade kir û pêş- kêşî xwendevanan kir. Cildê yekemîn dihat zanin, le cildê duyemîn qet nedihat zanîn, ji ber ku ne li ber de- stan bû. Me ew ji dehlîzên dewletê yên tarî, kamçokî derxist. Bi vî awayî me peywireke dîrokî û girîng bi cîh anî. Divê mirov ji bîr meke ku bi sedan berhemen Kurdî yên weke Gazîya Welat wenda ne.

Ji bo pêşnîyarîyên wan ên giranbuha ez ji mamoste Remezan Alan û Malmîsanîj û Dawud Rêbiwar re spas dikim.
Ji bo amadekirinavê berhemê ji bilî transkrîpsîyona Gaziya Welat, min ji transkrîpsîyona cildên KovaraJînê çapa ku Mehmed Emîn Bozarslan amade kiriye û ji Rojnamegerîya Kurdî (1908-1981) ya Malmîsanîj û Mehmûd Lewendî îstifade kir.

Sedat Uluguna
Paris / 2015

Jîyan û Berhemên
Ebdurehîm Rehmî Hekarî

Ebdurehîm Rehmî Hekarî di sala 189O’î de li El- baqê tê dinê. Qezaya Elbaq ji alîyê îdarî ve, di wan salan de bi ser sencaxa Hekarî ve bû ku Hekarî jî wê demê bi ser Wanê ve bû.

E. Rehmî Hekarî, lawê Mehmet Pertew Begê Teyarî ye. Ji alîyê bavê ve Seyîd e ku digihîje Ebdulqadirê Gey- lanî û ji alîyê dêyê ve jî digîhîje şêxên Arvasîyan. E. Rehmî dibistana seretayî li Elbaqê û ya navîn jî li Wanê di dibistana Darulmuallimînîyê de dixwîne. Di vê nav- berê de, di ber de medreseya olî de jî fêrî dersên olî dibe ku ji ber vê yekê zimanên Erebî u Farisi ji baş hin dibe. Di dawîya medreseyê de ji Seyid Taha Arvasi îcazete distîne. Di van salan de li Wanê Seîdê Kurdî dinase. Di pazdeh an jî şazdeh salîya xwe de ji Wanê derdikeve û diçe Stenbolê. Hewl dide ku li wir beşa îlahiyate bix- wîne, lê zêdetir xwe di nava xebat û hewldanên sîyasî û edebî de dibîne. Di van salan dest bi nivîsandina helbestan ...


Sedat Ulugana

Evdirehîm Rehmî Hekarî
Gaziya Welat

Lîs

Weşanên Lîsê
Evdirehîm Rehmî Hekarî
Gaziya Welat
Amadekar:
Sedat Ulugana

Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî: 9
Gazîya Welat E. Rehmî Hekarî

Gerînendeyê Giştî yê Weşanê
Lal Laleş

Derhênerê Dîtbarî
Şener Özmen

Redaksîyon
Yaqub Tilermenî

Rûpelsazî
Lîs

Çapa Pêşîn: Gulan 2016

Çap: A Grafik Tasarim Tamtim Promosyon Web Hizmetleri
Mehmet Zülküf Altındağ
Huzurevleri Mahallesi, 84. Sokak, No: 3 Kayapinar-Diyarbakir
Sertifika No: 14823

Ji bilî danasinê bêyî destûra nivîskêr û weşanxaneyê bi tu awayî nayê kopîkirin.

ISBN: 978-605-9014-84-7
© LÎS (Sertifika No: 20396)

Navnîşan
Lîs Basin — Yayin Organizasyon Reklam San. Tic. Ltd. Şti.
Kooperatifler Mah. 4. Akkoyunlu Sok.
Azel Yapi, Ofis, No: 20 / A
Yenişehir / Diyarbakir
Tel:+90 412 229 00 09
e-mail: wesanenlis@yahoo.com
www.wesanenlis.com

PDF
Téléchargement de document non-autorisé.


Fondation-Institut kurde de Paris © 2026
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues