Memê bê Zîn
Hezkirin ew hest e ku dihêle tu bibî an kole an jî qatil.
Ez Memekî bê Zîn im hevalo, Memekî weha xemgîn mîna çiyayekî bê dar, bê giha û di bin berfê de û bitenê mîna qatilekî.
Dildarê dudilî wê şevê him kêfxweş bû ku dijminê xwe yê xedar zeft kiriye û him jî xemgîniyê bêhna wî çikandiye, ku wê dawiya vê êşa xweş, vê evîna bêçare, hezkirina jinekê ku dema wê ji bilî evînê ji her tiştî re heye. Ji hêrsan du hêsrên matmayî rûzên xwe yên şermok di çavên wî re derxistibûn, pirsên wî yên bê bersiv dorpêç dikirin. Çawa dibim Mem bêyî ku Zîn hebe? Çawa hezkirin dikare weha devê mirov li ber sola herkesi veke? Çawa weha mirov têk diçe û pişt lê dişkê? Çawa, çawa û çawa? |