The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Tirsa bê diran


Author : Helîm Yûsiv
Editor : Avesta Date & Place : 2006-01-01, İstanbul
Preface : Pages : 184
Traduction : ISBN : 9944-382-08-6
Language : KurdishFormat : 130x195 mm
FIKP's Code : Liv. Ku. 1053Theme : Literature

Presentation Table of Contents Introduction Identity PDF
Tirsa bê diran


Tirsa bê diran

Eger rojekê kesek ji we li tirsê rast hat, jê bipirsin bê li ku ji dayik bûye.

Wê ji we re bêje li wê çargoşeya ku di navbera Sûrî, Tirkî, Iran û Iraqê de.

Lêkolînerê ku bixwaze tirsê, ji nêzîkayî, nas bike û bizanibe çi ye, bera berê xwe bide wan sînoran, cihê ku tirs lê bûye û lê pir bûye. Ez li welatekî weha çêbûme ku roj lê bi tirs hiltê, weha jî bi tirseke mezintir diçe ava. Sibehan, xelk bi tirs taştiya xwe dixwin, da ku dest bi jiyana xwe ya rojane bikin. Ji her tiştî ditirsin û diwestin. Em bêyî xwesteka xwe bûn zarokên tirsê... Law û keçên wê yên dilsoz mîna yekî ku di xew de bimeşe. Min da ser riya tirsê, tirsa ku herdem li kêleka mirinê bû. Ji mirinê nêzîk dibû, dikete hundir mirinê û jê derdiket, da ku dîsa bê kêlekê.



Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals