Bîra rûyê min
hemû deriyên ku li wan xistibûm, hemû zimanên ku huş bûbûm, hemû gotinên ku dest pê kiribûm û riziyabûm.. ey şeva mexlûb! wekî yekî jehrdayî me di dilê'd ku li wan heliyabûm. binêr, bi derziya zimanê xwe didirûm fetqa rûyê xwe ya ku min diêşîne. |