La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page
Revues Revues

Nûdem, hejmar 28


Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1998, Järfälla
Préface : Pages : 150
Traduction : ISBN : 1103-1964
Langue : KurdeFormat : 160x235 mm
Code FIKP : Liv. Ku. Thème : Littérature

Présentation Table des Matières Introduction Identité PDF
Nûdem, hejmar 28

Versions


Nûdem
Kovara hunerî, edebî û çandî

Term

Ferhad Shakely

Ji zîndana tenhayiyê heta îşareta çav
Deşta bêkenar ya bêdengiyê
Befr girtiye.
Bi vê şevîniyê
Hawarek weke loriyan deng dide
Hawara bendiyekî tik û tenê ye.

Ew çend rojên destpêkî baştir bû, lê, ji serê vê sibê pê ve termê bavê min bîhn girtiye. Gelek nexweş e, gelek zebmet e ez bi vî awayî behsa bavê xwe bikim, behsa termê wî bikim, lê ez çi bikim, wiha ye. Niha ew termek e bîhn jî girtiye. Bîhna wî ne ji wan e mirov xwe lê neban bike û guhê xwe nedê, bîhneke tûj û giran e, ez wisan hîs dikim genî bûye, di nav demar, rah û masûlkeyên min de jî belav dibe. Ez bawer dikim ji kesekî din re ev bîhna han gelek girantir e, gelek nexweştir e. Ji bo ku termê bavê min e, ez nikarim, ez newêrim, ji dil bêjim, bîhna wî wiha ye. Ji bilî vê jî ez naçar im bi vê bîbnê re, bi vî termê re bijîm, lê kesekî din, dikare jê dûr bikeve û xwe jê rizgar bike. Kesek nayê xwe bi zorî bi bîhneke wiha gêj û mêj bike.

Di destpêkê de her tenê termek bû, termekî hişk û req, ku çiqas diçû girantir dibû û hilgirtina wî zehmet dibû. Wî ez gelek aciz kirim, mirina min hat ber çavê min, lê çi hal be min ew gihand vir, min ew gihand vî ciyî han. Êê ji niha şûn ve ez ê çi bikim. Çi li wî bi-kim û çi li xwe bikim!!

Ew êvara em ketin rê, bavê min xurt û sax bû. Qet nîşana nexweşiyekê û aciziyekê pê ve diyar nebû. Bi xwe hîs bi tiştekî ne dikir û min jî tiştek jê dernexist. Ez nizanim ji bo çi pê xweş bû ji êvarê ve bikeve rê. Min hez dikir em beyaneke zû derkevin û em roja xwe ya yekê dirêj bikin û em çend qonaxan bimeşin ...



Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues