Ken û Girîn
Di nav gelê bindest de, kultur û edebîyet bi gelemperî bi devkî ye. Di nav gelê Kurd de jî, edebîyota devkî, li gor edebîyata nivîsî gelek li pêş û dewlemend e. Ev edebîyata devkî: şîretname, gotinên kurt, pêkenîn, stran, çîrok û hwd. in.
Pêkenîn, neynika civat û gelan e. Ew, problem û daxwazên gel bi awekî kenîn û yarî tîne zimên û qerekterekî netewî dide wan. Her civat, komik û gel, li gor dema xwe pêkenîn diafirîne. Mîrov, kare bêje, pêkenîn rexneyên gel in. Lê, rexneyên ne adetî ne, yên lêzêde û mezinkirî ne... |