
Rêzana zmanê kurdî
Zmanê me
Zmanê me zmanekî Hind û Ewrupayî ye . Kaniya wî a kevn zmanê Med Avestayî ye . Herweki nas e , zmanên Hind û Ewrupayî kom kom in ; mîna koma latînî , koma slavî , koma germanî , koma îranî.
Zmanên frensizî , tâlyanî , spanî , portekîzî ji koma Latînî ne .
Zmanên rûsî , polonî , bulgarî , sirbî û h.d. ji koma slavî ne .
Zmanên elemanî , ingilîzî , svêçî , holendî û h.d. ji koma germanî ne.
Heçî zmanên farisî , kurdî , efganî , bilûcî , piştu ji koma îranî ne.
Ji xwe gava mirov bala xwe dide çend pirsên bingehîn yên zmanê me , zu tê seh kirin ko zmanê kurdî ji zmanên erebî û tirkî dûr e.
Bi kurdî : Stêr / Bra, brader / dot / kurt Bi erebî : necim / ax / bint / qesîr Bi tirkî : yıldız / kardeş / kız / qısa Bi elemanî : Stern / Bruder / ochter / kurz Bi ingilîzî : Star / Brother / Daughter / Short Bi kurdî : lêv / dran / pol / ejnû Bi frensizî : levre / dent / Epaul / Genou Bi tirkî : dudak / diş / omuz / diz Û herwekî din.
Di xwendegahên bilind û di hin zanîngehan de dersa zman , wîje ango edebiyat û şarvanî ango medeniyeta kurdî heye wek : Zanîngeha Parîsê, Moskovayê, Erêwanê, Tehranê, Bagdadê, Emerîkayê û Berlînê. ..... |