Tarixa Edebyeta Kurdi, 1
Tarixa lêgerina edebyeta Kurdî li nav Kurdan da û Rûsistanê da
Berê pêşin sertacê lîtêratûra kurdî, binyat û binaxedarê bîr û bawara kurdewerî, kurdperwerî û wetenperwerîya serxwebûna kurd û Kurdistanê, şayîrê kurd ê mezin û bi nav û deng Ahmedê Xanî di "Mem û Zîn"a xwe da nivîsîye, ku berî wî şayîr û nivîskarên kurdan hebûne, lê navê wan hatiye ji bîr kirinê, çimkî kesek tune bûye navê wan ji bîr bîne û binivîse, ku kurd jî xudanê şayir û niviskaran bûne, ku şayîrên wan jî hebûne. Derheqa vê yekê da Ahmedê Xanî ev rêzên jêrîn di "Mem û Zîn"a xweda nivîsîne :
"Ger dê hebûwa me jî xudanek, Alî keremek, letîf danek, U'lm û huner û kemal û ezan, Şêr û xezal û kitab û dîwan, Ev cins biba li ba wî me'mûl, Min dê elma kilamê mewzun A’lî bikira li bavê gerdun, Bînave ruhê Melê Cizîrî, Pê hê bikira Elî Herîrî, Keyfek wê bîda Feqê Teyran, Heta ba ebed bima heyran" ..... |