The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Tarixa edebyeta kurdi II


Author : Qanatê Kurdo Multimedia
Editor : Roja nû Date & Place : 1985, Stockholm
Preface : Pages : 180
Traduction : ISBN : 91-7672-011-X
Language : KurdishFormat : 150x215 mm
FIKP's Code : Liv. Ku. Kl. 141. IITheme : Literature

Presentation Table of Contents Introduction Identity PDF
Tarixa edebyeta kurdi II

Versions:


Tarixa edebyeta kurdi, 2

Nali (1797-1855)

Navê wî rastî Mela Xidir bûye, kurê Şaweyse bûye, li sala 1797 li Şarezûrê, gundê Qeredaxê ji dayka xwe bûye, li pêşîyê li Sulemanîyê cem Mela Ebdileres hîn bûye, diçû xane qa Mewlana Xalid, paşê li Şamê, du sê sal maye, li wê derê bîra şeherê Sulemaniyê dike û şêrekê bi navê "Qurbana hinek rîya te bim..." dinivîse. Paşê ji Şamê diçe Stembolê û li wê derê dibe nasê gire-girê kurdan, dibe nasê Ahmed Paşaye Baban û derheqa wî da şêreke kurdperwerî
bi navê " Ta felek dewr neda ser, kewkeka wî ava ne bû" , dinivîse.

Di xortanîyêda dilê Nalî ketibû qîzekê, navê wê Hebîbe bû û ewî gelek şêrên dildarî derheqa xwe û wêda nivîsîne. Edebyetnasên kurd Aladîn Sicadîn, Gîwî Mukrîyanî û Maruf Xeznedar û yên din, Nalî hesab dikin binyatdar û binexedarê edebyeta kurdî klasîkî yê edebyeta kurdê Iraqê.

Şêrên Nalî bi piranî şêrên têkelin (tev hevin), ew hem yên dildariyên e, hem jî yên wetenperwerîyê ne. Ji ber êşa dildarîya xwe û ji ber derdê negbetîya miletê xwe ewî navê xwe şayrî kirîye"Nalî". li şêrên xwe da bo wan ew dinale.

.....



Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals