Gurî : çîrok û serpêhatiyên kurdî
(ji pêşgotinê) Zargotina kurdî gelekî dewlemend e. Bi hezaran helbest, stran, çîrok, serpêhatî û metelokên kevn, heta îro jî di nava gelê Kurd de dijîn. Lê mixabin, di warê nivîskî de edebiyata kurdî li gor wê dewlemendiyê pêş ve neçûye. Dijminên Kurdistanê ew keys û firsend nedaye neteweyê Kurd ku ziman, edebiyat û çanda xwe bi şîweyekî azad pêş ve bibe. Heta ji dest wan hatiye, xwestine ku ziman, edebiyat û çanda kurdî ji holê rakin. Bi gotinek din, zilm û zordariya li ser neteweyê kurd, li ser ziman, edebiyat û çanda wî jî heta îro bi dijwarî dom kiriye. Ji ber vê yekê jî, gelek çîrok, serpêhatî û helbestên hêja nehatine weşandin û hinek ji wan di nava pêvajoyê de wenda bûne. (...)
|