
Dersên diyanetê û hedîsên cenabî Pêxember Ji tefsîra Quranê
Hedîsên Cenabê Pêxember
"Rehmet û Silava Xwedê Lê Be" 1) Ji bona her derî mifteyek heye , mifta bihuştê ew e ko mirov ji piçûk û belengazan hez bike û li halê wan bipirse. 2) Heçî malê miletî bêrê dixwin para wan dojeh e. 3) Bawermend divê bi şûr û gotina xwe cihadê bikin û pişta zilm û neheqiyê, derewker û zaliman bişkînînin. 4) Xwedê qenc e, ji qenciyê hez dike; pak e, hejî, paqijan dike; comerd e, ji comerdan hez dike. 5) Di roja piştdawiyê de, piraniya xelkê, ji ber gotinên bêrê û beredayî wê bêne êşandin. 6) Dev û dranên xwe her paqij bigirin. 7) Piştî îmanê tieştê çak ew e ko xelk ji hev û du hez bikin. 8) Hon brayên hev in, arîkariya hev û du bikin, rastiyê bêjine hev û li hev xedarî û bêbextiyê me kin. 9) Yê ko baweriya xwe bi Xwedê û bi axiretê aniye an qenciyê dibêje, an.devê xwe digire 10) Ji gulçîçekên pengava û ji jinên spehî û bêesil xwe biparêze. 11) Ma ji çavtengiyê girantir nexweşî heye? 12) Gotin carina sihrek e û şiir carina hikmetek e. 13) Gava hon dest bi karekî.dikin devê xwe bigirin, xelk ji mirovên ko îşê wan li rê ye dibeicin. |