Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Çîroka Malbata Evdo


Nivîskar : Firat Cewerî
Weşan : Nûdem Tarîx & Cîh : 1999, Stockholm
Pêşgotin : Firat Cewerî Rûpel : 120
Wergêr : ISBN : 91-88592-39-1
Ziman : KurdîEbad : 125x195 mm
Hejmara FIKP : Liv .-KL 4020Mijar : Wêje

Danasîn Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Çîroka Malbata Evdo


ÇÎROKA MALBATA EVDO

Çîroka Malbata Evdo ji çavkaniya bûyere­ke rastî hatiye hûnandin. Min di sala 1979an de li welêt dest bi nivîsandina vê çîrokê kir û ew di sala 1981ê de li Swêdê xelas kir. Min heta niha ev çîroka ha li tu derê çap û belav nekiriye, lê min ew mîna rohniya çavên xwe parastiye. Ji ber ku ez yek ji şahidê trajediya gernasên çîrokê me, her ku min ev çîrok xwendiye dilê min ewçend perçe bûye, ez ewçend li ber wan ketime û bîranînên salên buhurî di serê min de ewçend zindî bûne. Ji xwe armanca min bi çapkirina vê çîrokê ew e ku ez gernasên vê çîrokê di bîranînan de zin­dî bihêlim û rewşa karkerên welêt ya kambax raxim ber çavan.

Bêguman, ger min îro ev çîrok binivîsanda, min ê ew bi celebekî din, bi uslûbeke din a edebî, bi nêrîn û felsefeyeke din binivîsanda, lê ez bawer nakim ku ez ê evqasî realîst nêzîkî mijarê bibûma û dîsan bawer nakim ku min ê bikarîba zimanekî weha zindî û hêsan bi kar bianiya.

Firat Cewerî



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar