Dawet e
Ji zozanan hat quling
Xeber anî ji xweying,
Dibê werin dawet e.
Dawet e, xweş dawet e
Ji kurdan re rûmet e
Dawet şer e, şahînet.
Bê xweyî man gund, kelat
Gazi dike ev welat
Dibê werin hewar e.
Bê kezî man keç û bûk
Di rêlan de ba û pûk
Bê belg mane dar devî.
Navno dikin kurdanî
Ne heliştin mêranî
Kurdino rabin dawet e.
Herê lawo dawet e
Dawet e, xweş dawet e
Bûka te jî Kurdistan.
Kezîyên wê delal in
Çi nermok û şepal in
Ber meqesê mede wan
.....
Leylana rastîyê
Nîvê şevê ye. Ezman bê stêr e. Bayekî sar û dijwar tê. Li ser rêke asê û xwehr hezaran û bi sedhezaran kurd, pîr û ciwan, jin û zaro, sax û nesax diçin.
Di dora wan de gund û bajar xirbe ne. Ji bixêrîyan dû dernakeve, reyîna seh nayin.
Rez û dehl, zevî û cinîn şewitandî ne. Ne fêkî hene, ne jî darên delal.
Mazî, deyndar, rêlî, guhîj û darên berû hişk in, wek kêlên tirban mane.
Wek kêlên mirîyên Kurdistanê.
Kerîyên pez û garanên dewaran xuya nabin. Çarmedor kavil e, kavilekî tarî....
Ji dûr ve, heroj, roj dibiriqe, bajarên mezin û gundên ava xuya dibin.
Ji dûr ve, gelek dûr, di buharê de, kulîlk dibişkivin, deşt û mêrg, germiyan û zozan bi giya û bi heşînayi dikenin.
Buhişta bihn û reng derîyên xwe vedike.
Lê di wê rê de, di wî gelîyî de, ronahî nîne, tav nîne, roj dernakeve, ne rojhelat û ne jî rojava heye.
Brîndar ji êşên brînên xwe, jin û zaro ji birqîtî û tihnîyê dinalin û digirîn. Zaroyên berşîr jî birçî ne; memikên dêyan zuwa ne.
Kes kesî nabîne. Gelek caran di tarîyê de rêwingî rêyên xwe winda dikin.
Lê ev koma kurdî bi zehmet, bi cefa,. bi xwîn û brin pêşve diçe. Bi şûn xwe ve, di rêça xwe de bi sedan dilsotî, canşewitî û brîndar û mirîyan dihêlin.
Bê. tirb û bê kêl wan berdidin.
Wisan bi salan ve ev kom bi rê ve cû.
Di tarîya şevê de, di badevê de, di sarîya zivistanê de pêşve çû, serborî û serhatîya xwe, bi mirî û brîndarên xwe li ser rêya xwe nivisand û çap kir.
Ev kom şevekê giha zozonekî spehî, li. pêşberê çiyaki bilind û mezin.
Gelek sal hebûn ko vê koma hê ronahî û sabûni ne dîti bûn.
Ji nişka ve di pêşberê wê de ronahîke zelal çirisî. Rêva wê a asê, rast, sivik û xweş bû, ne kevir man û ne stirî.
Çarmedor hêdî, hêdî xuya bû.
Ji her gir, ji ber palên çiya, Ji her deşt, ji :ber .serên kanîyê gundekî ava û xemilandî. diyar bû. û bi komê re kenî.
Mêrg û çîman, rez û bexçe bi sosin û rêhan, bi nêrgiz û benefş bi gulnexwîn û belalîzk teyisîn.
Brîndar li brînên xwe dinêrin, dibînin brîna wan goşt girtiye. Dê li zaroyên xwe mêze dikin û dibînin ko êdî rûyên wan ter û taze ne, ne zer in û ne bi hêstir in, hinarikên rûyên. wan weke gul û gulnexwînan sor in; dê memikên xwe mêze dikin tejî şîr bûne.
Rihspî û Pîrejin xwe ciwan dihesin, dibînin ko ji dilên xwe re xort bûne. ji nişûvên çiyan û zozanan, pez dadikevin, jêr, berx û karik di çêreke boş û bilind de xwe hildavêjin û dileyizin. Xelkên komê dikenin û distirin, hemî bi govend û saz in. Hemî ji hev dipirsin: Ma ew nalîn û girîn kû ve çû?!!
Çi qewimiye ko çarmedora me ji nişka ve wisan ava û xweş; dewlemend û rengîn bû!! Ma em ketine buhiştê !!!
Rihspîyek û pîrejinek bi kopalên xwe serê çiyayî nîşa konê kirin, komê çavên xwe li wî çiyayî zivirandin, hûr mêze kirin. Di serê çiyayî de, xortekî bi bejn û bal, xortekî zexm û nêr, xortekî çeleng û jêhatî, xortekî bi goşt û gewde, xortekî delal û spehi çavên xwe digemirîne û vekêşa tîne xwe. Ji komê dengek bilind û qîrek şabûnîyê rabû. Komê ji rihspî û pirejinê pirs kir: Ez niho dibînim û seh dikim, ronahîya min ne ji rojê ye; lê belê, ji çavên wî xortî tê!! Ma çi qewimiye!!! Ji dilxweşî du hêstirên germ bi ser rûyê pîrejinê de tên, ji nû ve wî xortî nîşa komê dide û bi dengê dua û zarî dibêje:
Kurdistan ji xew rabû!!
Dr. Kamiran Alî Bedir-Xan
Xwendina Kurdî
Kitêbxana Hawarê
Hejmar 10
Heqê çapkirina vê kitêbê, diyariya
Mihemed Beg kurê Cemîl paşa Bure e.
Çapxana Tereqi
Şam
1938