Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Perçeyên Bijarte


Weşan : Compte d'auteur Tarîx & Cîh : 1971-01-01, Paris
Pêşgotin : Celadet Alî Bedir-Xan Rûpel : 38
Wergêr : ISBN :
Ziman : KurdîEbad : 210x270 mm
Hejmara FIKP : Lp. Ku. Kl. 645Mijar : Wêje

Danasîn Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Perçeyên Bijarte


Perçeyên bijarte

Çawan divê em bixebitin di warê zmên de

Ji Hawarê : Hejmar I.

Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwenasîn ji me re reya xebat, felat û xweşiyê vedike. Her kesê ko xwe nas dike , dikare xwe bide nas kirin. Hawara me berî her tiştî heyîna zmanê me dé bide nas  kirin ..Lewma, ko zman şerta heyînê . ya pêşîn e.

Hawar, jû pêve bi her tiştê ko kurdanî û kurdîtî pê bendewar e, dê .mijûl bibe.

Awayê xebatê: Karekî ko bikare biçe serî, divêt jê re pronivîsek an go programek bête çêkirin.

Me pronivîsa xwe ser bingehên jêrîn lê kdriye.

Belavkirina elfabeya ,.kurdî di nav kurdan de û hîn kirina wê. Senifandina zmanazîna kurdî û hîn bi hîn di Komelê de belav kirin û pêşdetir di şiklê kitêbê de derêxistin.

Sehîtiya zarên kurdî û berhevdanîna wan. Sehîtî ser mirovatiya zmanê kurdî digel zmanên din ên arî ango Hindû - Ewrupayî. Sehîtî ser bingehên zmanê kurdî, ser dîrok, ango ser tarîx û awayê pêşveketina wî.

Berhevkirina methelok, mamik, çîrok, çirçîrok, stran û lavijên; kurdî û birêve bela kirin wan. Senifandin û belavkirina wan. Senifandin û belavkirina dîwanên kurdî. Bi van ve jînenigariyên şair û mirovên bijarte jî dê bên belav kirin...



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar