Xadim
Jêhat serê xwe bera ber xwe da.
"Hela destê xwe berde..."
Jêhat ricifî û destê xwe li ber xwe şidand.
"Tu ne mêr î!"
Jêhat dengê xwe nekir.
"Tu tê were tu nayê ez radibim!" Pîrekê got û nigê xwe bi kêleka qaryole ve berda.
Jêhat pişta xwe da pîrekê, kincê xwe li xwe kir û derket. Heşê wî sekinîbû, wê çi bikira, bi kû de biçûya nizanîbû, ne ji bo mirinê ne jî ji bo jiyanê taqeta wî nemabû, ket kuçakê, ji wê kuçê ket yeka din û zîz bû...
Winda bû... |