13 rûpelên balkêş ji dîroka gelê kurd
Kurdnasê Sovêta berê Celîlê Celîl, xudanê gele lêkolînane. Pirtûkên wîli ser dîrok, zargotin (folklor), lîtêratûra kurdî bi zimanên rûsî, ermenî,kurdî (kurmancî, soranî), erebî, tirkî û almanî çap bûne.
Ew ji Yêrêvanê (Komara Ermenistanê) warguhêzî Wîênayê bûye û liAkadêmîya Zanistî karê lêkolîna li ser gelê kurd û Kurdistanê berdewamdike. Pêra jî li Ûnîvêrsîtêta Wîênayê wek pisporê dîrok, êtnologîya,ziman û kûltûra kurdî dersê dide. Pirtûka "13 rûpelên balkêş ji dîroka gelê kurd" li ser sêzde wûtarên wî,yên ku dema berê bi zimanên rûsî, ermenî û kurdî çap bûne bingeh digre.Her wûtarek ser çavkanîkê ava bûye.
Bahaya vê berevokê mezine, jiber ku çavkanîyên nenas û balkêş ber xwendevana vedibin. Bervedanavan çavkanîya ya zanistî hêjatîya pirtûkê hê zêde dikie. |