The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Baxçeyê Zarokan (Stran û muzîka zarokan)


Author : Aram Gernas
Editor : Şaredariya bajarê mezin a Diyarbekirê Date & Place : 2008-01-01, Diyarbekir
Preface : Aram Gernas | Osman Baydemir Pages : 128
Traduction : ISBN : 978-975-94847-4-3
Language : KurdishFormat : 160x225 mm
FIKP's Code : Jeu. Ku. 139Theme : Music

Presentation Table of Contents Introduction Identity PDF
Baxçeyê Zarokan (Stran û muzîka zarokan)


Baxçeyê zarokan (Stran û muzîka zarokan)

Serdema zarokî, destpêka hînbûna hemû tiştî ye. Li pêşberî dê û bavan, mamoste û perwerdekaran jîndarek birçî, birçiyê hemû tiştên derdora xwe heye. Bê westan meraq dike, pirs dike û bersîvan dixwaze. Her bersivek dibe wêneyek di serê wî/wê de û pirsek nû peyda dike. Ango li pêşberî me mêjiyek neprogramkirî heye û divê perwerdekarên zarokan çanda me, jiyana me ya civakî, sîstema jiyanê û çalakiyên însan bi gelek şêweyan (metodan) di mêjiyê zarokan da bi cî bikin û wan ji pêşerojê re amade bikin.
Di perwerdekirina zarokan da muzîk cihek sereke digre û di vî warî da rol û bandora muzîkê bi dehan car hatiye îspatkirin. Werçerxînên ku bi riya muzîkê di zarokan de peyda dibin çi ne?

- Berî her tiştî zarok fêrî bixwebawerbûnê dibin, lewra muzîk metodeke efektîv e û bi hêsanî şerma zarokan direvîne.
- Zarok bi riya muzîkê, ji hemû şêweyên perwerdekirinê hêsantir karin hestên dilê xwe yên hepiskirî derxînin derve.
- Bi aşkerakirina hestan, gevilên wan dertê meydanê û wêneyek zelaltir radixe pêş çavê perwerdekaran da ku ew karibin zarokan ber bi pêşerojek serketî ve bibin.
- Bi riya muzîkê zarok, karin hêsantir beşdarî xebatên civakî û yên hevpar bibin û di wê xebatê da karin keda xwe bibînin û bibin xwedî tecrûbe.
- Bi vê şêweyê fêrî bikaranîn û kontrolkirina dengê xwe dibin.
- Bi vê riyê gelek stranan hîn dibin û bi her stranekê re fêrî hin tiştan dibin.
- Bi riya muzîkê pirdengiyê nas dikin û jê hez dikin.
- Muzîk li ser tevgera zarokan bandoreke baş çêdike da ku karibin bi rîtm û pîvan bilivin, ango kontrola motorî pêş bixin.
- Muzîk gevilên afirandêriyê bi pêş dixe.
- Xusûsiyetên guhdarîkirinê pêş ve dibe, baldayînê xurt dike, riya lêhûrbûnê fêr dike.
- Zîrekiya mêjî pê vedibe û fam û ferasetê peyda dike.
- Komunîkasyona navbera însanan hêsantir dike.
- Komînîkasyona navbera kulturên dinyayê hêsantir dike.
- Alîkariya fêrbûna zimanek an jî hin zimanên din dike.
- Dilnermî û dilpakiyê xurt dike, li hember pirsgirêkan û çareseriya wan bêhnfirehî peyda dike, zarokan ji êrîşkariyê û karên bi xesar dûr dixe.
- Hestên neteweyî pêş va dibe û mecala nasîna kultura xwe, urf û adetên xwe peyda dike û hwd....



Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals