La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Tofan


Auteur : Hesenê Metê
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2006, İstanbul
Préface : Pages : 74
Traduction : ISBN : 9944-382-05-1
Langue : KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Liv.-Kl. 1046Thème : Littérature

Tofan

Tofan

"ŞER E, ŞÎN E, ŞAHÎ YE... ew êdî Xwedê dizane bê çi ye, lê ez nizanim. Ez nizanim bê li kuderê ye jî. Hawurdor tîr û mîna reşkonekî kurmanciyê tarî ye. Agirekî bi revî, agirekî bi rengên fodilî li binê vî reşkonî bilind hikdikişe û li ser sofiyekî datê. Sofiyekî ji herdu çavên xwe kwîr, di vê tariyê de û li pêş vî agirê pîrozwer çog dane erdê û li ber defa singê xwe elbaneyekê tilî dike. Bi eşq û hunereke welê dirifîcine ku meriv dibêje qeyê bi agir re ketiye şer û qayişê, meriv dibêje qeyê agirperestekî dema Medan e û bi agir re digirî, dilorîne û bi agir re direqise. Bi vê ricifîna elbanê re singeşingeke îlahî bi wan hemû xelekên hundurê qasnaxê elbanê dikeve, ji navê û berjor ew jî xwe pê re li ba dike û rêşiyên li dora şahra serê wî di ser hev de pêl didin.

Vê çîrokê...
divê "Hûn eve ji zarokên xwe re vebêjin,
zarokên we jî ji zarokên xwe re
û zarokên wan jî
ji nifsên dahatû re."

(Tewrat - Yoel 1:3)

"Ya qadirê erd û asiman !
Ez evdekî Te î ji axê Ahmedê Xanî,
ji cenabê Te î zulcelal lava dikim ku bi destûr û fermana Te,
ji îro û pê ve her sêsed û sê calan carekê Bekoyê Ewan bi ruyê vê dunyayê bikevit.
Qesd û mexseda ji evê lavayê ne ew e ku bêmarifetiyek bibit,
na û bîlekis, belbî jî mebest ew bit ku ev hîkmet
mislî lutfeke Yezdanê erş-î ala bibit îbret-î milet"
Hurmetkarê cenabê Te î Mezin

Ahmedê Xanî
21 meha muharremê 1695.

Her kiyê ku rû ji vî erdê bade, ruyê wî reş be.
Her kiyê ku bêbextiyan li ax û ava vî erdî bike, ax û ava reş ê di çavên wî de were û ew ê têr nexwe.
Her kiyê ku zimandirêjiyê li vî erdî bike, ziman ê di devê wî de biwerime û deng ê jê neyê.
Her kiyê ku destdirêjiya evî erdî bike, dest û pêyên wî ê bişkê û ew ê têkeve ber destan.
Her kiyê ku bike bi îzet-î nefsa vî erdî bîlîze, ew ê rezîl û riswayê alema jêr û jor bibe.

avesta / EDEBIYAT: 202 / 31
Tofan
Hesenê Metê

Edîtor: Abdullah Keskin
Dîzayna Bergê: Ahmet Naci Firat
Berg: Genco Demirer
Tashîh û Mîzanpaj: Avesta
Çapa Yekem: 2000, Apec, Stockholm
Çapa Duwem: 2006, Stenbol
Çap: Barış Matbaacılık

© Avesta, 2006
Ji xeynî danasînê bêyî destûra weşanxanê bi tu awayî nayê kopîkirin

AVESTA BASIN YAYIN
REKLAM TANITIM MÜZİK DAGITIM LTD. ŞTİ.
Evliya Çelebi mahallesi
Aybastı Sokak 48/4
BEYOGLU / İSTANBUL
Tel: (0212) 25144 80
(0212) 243 89 74
Faks: (0212) 243 89 75

Ekinciler Caddesi
Nurlan Apt. Giriş Katı No: 2
OFİS / DIYARBAKIR
Tel-Faks: (0412) 223 58 99

ISBN: 9944-382-05-1


HESENÊ METÊ-(1957) Ji Erxaniya Diyarbekrê ye, ev bi qasî 20 salan e ku ji wan deran dûr e, li Swêdê dijî. Kitêbên wi yên ku heta niha çap bûne ev in: Smirnoff (çîrok, 1991), Labîrenta Cinan (novel, 1994), Epilog (çirok, 1998), Tofan (novel, 2000). Hin kurteçîrokên gelêrî bi formeke edebi hûnandine û bi navê Ardû (1991) çap kirine. Ji xeyni van kitêban Keça Kapîtan (1988) a Pûşkîn, çend kurteçîrokên Çehov bi navê Mirina Karmend (1989), romana Dostoyevskî Merivên Reben (1991) wergerandiye kurdî.

PDF
Téléchargement de document non-autorisé.


Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues