Zindana Diyarbekirê û şoreşgerıya me - 2
Di xweş êvareke gulanê de çavên min girêdayî, destên min kelepçekirî gava li bendî dora êşkenceyê bûm, bayekî hênik li sênga min dida mezinahiya te ji min re digot azadî!
Heger ku ez di deryaya dijwariyan de dijîm û ji dijwariyan re hosteyên xwe dibêjim; heger ez bi wan pirtikên tîrêjên rojê ku dikevin taritiya min rojê bêhempa his dikim; û heger hizna li ser hestên min wek ku kêfxweşiya evîndariya te dizanim, bawer bike ev hemû ji bo evîna te ye azadî!
Bila ew bizanibin ku min tu di quncikên herî tarî û di dilê xwe de di cihê herî pêşî de hilgirtiye azadî!
..... |