Deyimler sözlüğü - Ferhenga biwêjan
A
A diyeyim sana yağın bulaşsın bana: Belki peşka te li me jî bikeve. Heska xwe biavêjim te gene peşka te were min. (Ez altaxiya te bikim ku tu min biparêzî û li min miqate bibî.) A köse sayılmadık kaç tel sakalın var?: Min tu li ser darê jî dîtiyî di bin darê de jî. (Wekî ku em te nas nakin, tu kirinên xwe pir mezin dikî û pir pesnê xwe didî.) A'dan z'ye kadar: Ji seri heta dawî. Ji seri heta bini. Bi tevayî. Âb olmak: Avî çûn. Hawî çûn. Winda bûn. Âb'a düşmek: Bi avê de çûn. Li haşê çûn. Di avê re çûn. Aba altından sopa (değnek) göstermek: Ji bin ve ehd lê xwendin. Devê (yekî) xweş bûn lê diranê (wî) di gewriya (wî) de bûn. Doqik ji bin eba derxistin. (bi dev û helwesteke xweş û nerm ew tirsandin, gef lê xwarin) Abacı kebeci ya sen neci: 1) Çi yê te jê ye? Çi işê te pê ketiye? 2) Nedîtî çima dibêjî heft û nîv. Tu nizanî mala dawetê li ku ye radikî kevçiyê xwe. ..... |