Ferhenga biwêjan
Mustafa Borak
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
A
A devê (yekî) gotin guhê wî nebihîstin Hay ji gotina xwe tune bûn. Gotinên giran gotin. *Tu guh mede wî, ya ku devê wî dibêje, guhê wî nabîhîze.
A di binê zimanê xwe de gotin A rastî gotin. * "- ... tu ya di binê zinranê xwe de bibêje, karê min heye divê ez derkevim." Ronî War
A di dilê xwe de negotin Rast û durist neaxaftin. Xwe bi awayekî din nîşan dan. *Erê, Rihan wisa dide nîşandan, lê ez bawer im ku ya di dilê xwe de nabêje.
A di mal de, yê min tê de bnr. A ji min wê de, yê min tê de."
A dil nîşan nedan bnr: A dilê (yekî) di dilê wî de bûn ..... |