The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Xalê min Ferîd


Author : Paşa Uzun
Editor : Vate Date & Place : 2006, İstanbul
Preface : Paşa Uzun Pages : 132
Traduction : ISBN : 975-6278-09-9
Language : KurdishFormat : 130x195 mm
FIKP's Code : Liv. Ku.Theme : Memory

Presentation Table of Contents Introduction Identity PDF
Xalê min Ferîd


Xalê min Ferîd

... Her cara ku diya min behsa serpêhatiyên xwe yan behsa bûyeran dike ez mat û heyran dimînim. Di gotinên wê de wext nin e; ne saet, ne meh û ne jî sal... Wek em hemû insan di wextek bê seri û bê bini de dijîn, mesafeyên di nava bûyin û mirinê de wenda dibin. Diya min heyşt zarok enine dinê, lê kîjan rojê an kîjan mehê zariyên wê çêbûne ne ew û ne jî kesekî din dizane.

Xwedê bi rehma xwe şa bike, apê min Hesen tarîxa bûyina zarokan bi destnivîsa xwe li paş resmekî ku me xistibû nav çarçoveyek û bi dîwarê odê ve bi dar da kiribû, dinivîsand. Gava ez ji hefsê derketim ew resm jî wek gelek tiştên din wenda bûbû. Ferîd di bihara sala 1945an da tê dinê, bes ez dixwazim ji devê diya xwe guhdariya bûyina Ferîd bikim.

Ji rojan rojekê, biharê bi giraniya xwe çarşefeke şîn li erdê Swêregê raxistiye, bîhna kulîlk û nefelan daketiye ser Swêregê, diya min û xwungên wê li Helawikê, li nav bîstên dendikên zebeşan diçînin. Xebera xêrê digihîje bîstên ku dakê Kejo lawikek aniye dinê. Navê Ferîd li lêwik dikin. Beriya Ferîd sê keç û sê law hene, Ferîd dibe zarokê heftan, êdî li pêy Ferîd dakê Kejo zaro çê nake. Ferîd dibe zarokê dawî, dibe şîr û şekirê malê. Ew dibe zaroyekî biharê, zarokê kulîlkan, nefelan, giyayên êşîn ...



Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals