Dûr û bê Qesem
Zeynel Abidin
Havîbûn
Ji bo kîjan avayên hilşiyayî,
Kîjan destên avavok,
Çêbûye evîn?
Hûnerên şêlû
Û helbestên bêgûman,
Tenêbûna me dimeşînin
Da bersivek bide,
Êvara min!
Wêneyek,
Çi wext,
Nejîndebûna me ye?
Hêşta hêviyên xwe,
Bê çek nehîştîbûn
Xortên agirnihêr.
Keçên avrûyî,
Jana xwe dixemilandin,
Bi xeyalên xwe yên avavok
Û ji memikên wan,
Daxwezeke xeşîm dipekiya
Singên me.
Me û wan, pêkve
Û bi daxwezeke dilovan,
.....
Naverok
Beşe yekem / 7
Êvara hîva mirî / 9
Hevparên gulekê / 15
Hatî... / 18
Dûrîka êşê / 20
Zanayê kerba xwe / 27
Peymaneke jarî / 34
Ehlê keder / 38
Tenêbûna evrayî / 42
Nêrgizên siyanûrê / 46
Ev sebra xencer xwarî / 55
Dûr û bê Qesem / 60
Beşa duyem / 71
Merheba hêviya min / 73
Bersiv / 78
Dem û ez / 83
Ji avên zelal / 86
Agir digrî / 89
Min çi heye / 92
Her kesek helbesta xwe dijî / 95
Gazin dikim / 101
Bajarê ûtopîk / 105
Beşe sêyem / 113
Zivistana giriyên te / 115
Sûkên windayî / 116
Me xewnek hebû / 119
Min te dît / 134
Tarî / 138
Ti ama / 140
Diyarî
Ji bo kesên, ku wan xwe ji kêmasiyên xwe afirandin û ti car tenezûla merhemata dijminên xwe nekirin...
Ji bo kesên, ku wan, bi ked û hebûn, bi raman û hestên xwe yên pîroz li ser azadkirina welatê xwe û rizgarkirina gelê xwe yê kedkar û avakirina dinyayeke azad û wekhev tekoşiyan û di vê rê de wek gulên sor, axa welatê xwe hembêz kirin.
Ji bo kesên, ku wan, canek ji canê xwe dan û ew, li axa welatê xwe gorandin û hê jî, li dij dagirkerên xwînmij, mîna hawareke pîroz li pey Doza Kurdistan dimeşin.
Ji bo dayikên şehîdên şoreşa Kurd û Kurdistan... Bi hezaran car rêz digrim û bes li ber gelê xwe
serê xwe ditewînim...
Zeynel Abidin
Beşa yekem
Û ji min xiraptir tu nalînekê nehatiye rûyêerd.
Êvara hîva mirî
Ji bo kîjan roj dibarî,
Êvara hîvê?
Ji bo kîjan rengên kevnare,
Ku ew bi zerbûna xwe dixemilin?
Keniyên te,
Rêzên miriyan dixe li ber rêya min,
Keniyên te yên reş û kelagirî,
Min divê!
.....
Pirtîrkên Zeynel Abidîn yên çapkirî
HelbestBir sevgi bîn yara (1987)
Diyarbekir destanı (1988)
Köz deryasının Med alevleri (1991)
Stran digotin (1995)
Yeniden doğuşun ahitleri - 1 (1998)
Agir digrî (1998)
RomanHüznün maviye akar (1998)
Binefşên tariyê (2000)
Werger - helbest
Min ji bêrya te piranga kevin kirin
(Ahmed Arif)
(1998)
Ber çapêWerger - roman
Memê zirav - 1
(Yaşar Kemal)
Zeynel Abidîn
Dûr û bê Qesem
Havîbûn
Havîbûn
Zeynel Abidin
Dûr û bê Qesem
Helbest
Çapa yekem
2002-Berlîn
Rêzkirin û redaksiyon
Havîbûn
http://www.zeynelabidin.de
zeynelabidinhan@hotmail.com
Ji bilî nasandin û nirxandin, wergirtin an zêdekirina bi her aweyî ya ji vê pirtûkê ya bêyî îzna Nivîskar û
weşanên Havîbûn qedexe ye.
Sipasî bo xebatkarên Kurdistan A.G.
Berlîn e.V., ku wan alikarî ji bo çapkirina vê pirtûkê kirin
Navenda Havîbûn ya lêkolîn û weşanên Kurdî li Berlin -25
Beşa wêjeya Kurdî
Havîbûn
Postfach : 65 21 06
13316 Berlin
http:/www.havibun.com
e-mail: havibun@havibun.com
havibun@web.de
ISBN : 3-926522-91-7