Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Gemal


Nivîskar : Xusrew Caf
Weşan : Avesta Tarîx & Cîh : 2004-01-01, İstanbul
Pêşgotin : Xusrew Caf Rûpel : 184
Wergêr : Firat Kelehkî | Şikriya Salih ISBN : 975-8637-41-X
Ziman : KurdîEbad : 130x195 mm
Hejmara FIKP : Liv. Ku. 1147Mijar : Wêje

Danasîn Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Gemal


Gemal

Xusrew Caf

Avesta


- Vê carê ne weke carên pêşîn e... bê rahm hatine. Xwe bilebitîne, ne dema galegalê ye! Me bigrin wê çermê me ji me vekin!..

- Xwedê yek e û nabe dido, heya ez ji vê kolanê dernekevim ez nalebitim!

- Xem nake nelebite... lêbelê were derve û temaşe bike... Her gund e û bêhna şewatê digihîje esmanan, axir zeman e, axir zeman!.. Selma qop e, piştiyek avêtiye ser milê xwe û dixwaze ji deriyê hundir ve derxe derve... Piştiyê werimî di vî alî û wî alî derî de ma asê, her çiqasî li ber xwe dida nikarî bû derxe... qîjand... çima tu mayî şaş, va ye tu min dibînî... dafekê lêde?

Ferecê heya wê demê bi qevelîskan rûniştî ku ji piştiyê Selma şaş mabû, rabû û dest û sînga xwe da bi piştî ve. Selma jî mîna gayê cot gêsinê wê li ber aliqî û piyê xwe li zeviyê asê kiribû, demarên stûyê wê derketibûn... Her zor dida xwe û piştiyê ...



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar