
Tilûrê bêgane
Redwanê Alî
Welat
Redwanê Alî, di sala 1955an de li Cizîra binxetê ji diya xwe dibe. Heta sala 1972an xwendina xwe ya pêşîn û lîseyê dike. Dûre sê salên di navbera 1973-1976an de ji alîkî ve li Ûnîversîta Şamê, beşa Huqûqî dixwîne û ji aliyê din ve jî mamostetiya dibistanên hinek gundên Cizîrê dike.
Piştî demekê diçe Yekîtiya Sovyetiyê û li wir şeş salan 1977-1983 li Moskvayê, Fakûlta Rojnamevaniyê dixwîne û bi awayekî serbilindî dîploma xwe ya rojnamevaniyê bi dest xwe dixe. Heta sê salan jî 1983-1986 di warê rojnamevanî û torevaniya kurdî de xwendina xwe ya doktoratiyê dike.
Piştî doktora xwe ya rojnamevanî û torevaniya kurdî, Dr. Redwanê Alî ji sala 1987an û vir de li Fransayê dijî. Kar û xebatên ku Redwanê Alî di warê çand û torê de kiriye, ne hindik in:
- Ji dîroka pêşveçûna rojnamevaniya kurdî (teza doktorayê) 1986, bi zimanê ûrisî.
- Cîgerxwîn, neynika jîyana gelê kurd e, (birişûr) 1986, bi zimanê erebî.
- Pirtûka Zinar Silopî (Qedrî Cemil Paşa), «Fî sebîl Kurdistan» ji zimanê ûrisî wergerandiye zimanê erebî 1987.
6Wan e ew xelkek in û zimanê wan hemûyan yek e, û tiştê ku ew dixwazin bi ser kevin jî ev e; ji vir û weha her çi tiştê ku wan dil hebe û bikin, bila rê li ber neyête girtin. 7Werin, em dakevin, ji bo ku ew serwextî zimanê hevdu nebin, li wir em zimanê wan tev li hev bikin. |