Agirê sinema Amûdê
M. Ahmedê Namî
Jîna nû
Pêşberıya çîrokê
Dema min dît ku çîroka Agirê Sînema Amûdê yek ji serpêhatiyên mezin ên ku di welatê me de çêbûne tê hijmartin, min nexwest ew jî winda; bê ser û şop here.
Bi hezaran çîrok û serpêhatî di welatê me de çêbûn û nehatin nivîsandin. Mamoste û pêzanên welatê me guh nedane tiştekî ji wan, çi mezin û çi biçûk.
Mamoste û zanayên welatê xelkê tiştê li welatê wan dibû biçûk û mezin bê kêmayî di rûpelên mêjû de didane ber çavê zana û xwendevanên xwe û zana û xwendevanên biyanî bi camêrî û serbilindî, nedihiştin tiştek di ser wan re bibûre û nenivisandî bimîne. Mamoste û zanayên me, xwediyê xameyên çalak û namîdarên mêjû yên mîna: Qadî Ibn Xulekan û Ibn Al-Esîr û Ebû Al-Fîda û her wiha ristevan û torevanên me yên ku li cihanê deng dane; wek mîrê ristevanan Ahmed Şewqî, Cemîl Al-Zehawî û Mearûf Al-Resafî hebûne. Lê ewan carek milet û welatê xwe ne anîne bîra xwe, her û her bi navê miletên din xwe dane nîşandan û naskirin û ji wan re xebatên hêja û bê hijmar kirine. Milet û welatê wan bê par mane, carekê ji kerema xwe re ne gotine em Kurd in û gelê cihanê bi gel û welatê xwe agadar nekirine, eger biviyana dikaribûn herkesî agadar bikin bi wan.
Metelok dibêje: "Zilamek û zimanek" ango: zanakî welat ...
SEYDAYÊ NAMÎ
Namî, me ji nameya te zanî
Seyda yî ji bo melay Xanî
Cîgerxwîn
Mele Ehmed Namî (Mele Ehmed Mehmûd Ebdela) sala 1906 li Kurdistana bakur, gundê Erbetê (nêzî Nisêbînê) hatiye dinê. Hîn ew biçûk bû, bavê vî çû rehmetê. Li gor Seyda ser mirina bavê xwe, paşiyê ji zarokên xwe re digot "ez ber mirina bavê xwe ketim, çimkî Şekir didan min", diyar dibe ku bi çûna bavê, temenê Seyda 3-4 salî bû. Lê li gor gotina Seyda ew pir bi mirina diya xwe êşiya, lewra hingê deh salî bû. Berî mirina dê, temiya wî metikê dike û jê re dibêje ku Ehmedo bê xwendin mehêlin.
Metika Seyda gotina dê erdê naxe û Ehmedê sêwî dide xwendin. Paşiyê Seydayê Namî, dadikeve bin xetê binxetê. Li gundê Telşeîrê ba Şêx Îbrahîm feqîtiya xwe didomîne. Dûre bi çendekî diçe ba Sêx Ehmedê Xiznawî, wira jî demekê dimîne. Gava feqîtiya xwe temam dike, gundê Tilşeîrê dibe mele û wira jî dizewice.
Di vê demê de dan û standinên wî bi Mîr Celadet Bedir-Xan re çêdibin. Loma jî di vê pêlê de Tilşeîrê dibe wargehek kulturî, civakî û siyasî. Gava Seydayê Namî dibistana keçan li gund vedike, şêx û melên herêmê êrîşê tînin ser, ji mirîdên xwe re dibêjin "Namî konê şeytên li ser girê Tilşeîrê vegirtiye. "Ji bextiyariya Mele Namî re, wê demê axayê gund Eliyê Ebdê, paşmêriya Seyda dike, şêx bi mirîdên xwe re polîpoşman vedigerin.
Paşî vê bûyerê, kevaniya Seyda bi lome jê re dibêje "Çima te ev qiyamet anî serê me! Te mekteb vekir, lê zarokên me yên xwendinê jî tune ne! "Seyda lê vedigerîne û dibêje: "Zarokên kurdan hemû yên min in..."
Di demek wilo de dijwariya vekirina dibistanê di vê bûyerê de jî diyar dibe. Dibêjin piştî ku Seydayê Namî bi zorê kurê gavan xist dibistanê, gavanê belengaz li ber dîwêr rûnişt giriya û nifir kirin: "Heger tiştek bi lawê min bê, bira xwedê ji Mele Namî re nehêle!..."
Li gor gotinên zarokên Seyda, di destpêka salên pêncî de, mala wan ji Tilşeîrê radibe, bi temamî li bajarê Qamîşlo datîne. Li vira Mele Namî xebata xwe ya edebî, siyasî û civakî didomîne. Ew heya dawiya jiyana xwe li qamişlo dimîne, sala 1975-a piştê nexweşiyeke dirêj, Seyda Namî serê xwe datîne û li goristana bajêr tê veşartin.
Seydayê Namî sê eserên nivîsî li pey xwe hiştibûn. Ji wana "Dîwana Rista" sala 1986-a bi awayê broşurekê di bin navê "Daxwazname" de li Stockholmê hat weşandin. Li gor pêşgotina Seydayê Namî bi xwe ya di wê dîwanê de nivîsiye, pirê ristên wî hatine qetandin û windakirin. Tenê tiştên ku xelkê ji ber kiribûn (paşê Seyda ji devê wan kesan nivîsandibûn) yan jî ew ên ku di Hawar û Ronahiyê de hatibûn belav kirin. Bi çi awayî eserên Seyda hatin talankirin, wî bi xwe di pêşgotina ristan de nivîsiye. Tiştê ku em dikarin lê zêde bikin ev e: Dibêjin ku Seydayê Namî her car ji tirsa polîs berhemên xwe li malên gundî û cîranan vedişart. Carekê, gundiyekî nivîsandinên Seyda di turekî de li ber zikê axur veşartibû. Piştî pêlekê, Seyda tê wan dixwaze. Dema li tûrik dinêrin, dibînin ku çêlekan cûtiye tiştek tê de nemaye. Seydayê belengaz polîpoşman û bi dilşikestî vedigere malê.
Herçi eserê Seydayê Namî yê duduya; Agirê sinema Amûdê, ev pirtûka ku niha di destê we de ye.
Li Bajarê Amûdê bixwe du şewatên bi nav û deng çêbûne. Şewata pêşî, di salên 30-î de, dema ku balafirên Fransizan Amûdê bombe kirin, bi bombardimanê bajar hate Şewitandin. Tevî ku daniştwarên Amûdê mîna hemû gelê Kurd, di wê demê de rûpelên lehengî di dîroka şerê serxwebûna gelên Suriyayê de bi xwîna xwe nivîsandin jî, lêbelê pozê dîrokvanên ereban neşewitî û gotinek ser vê têkoşînê nenivîsandin û herçî miletê Kurd jî wek hercar hemû tiştê xwe, çi edeb û çi dîrok be, dispêre hişê kesên ku bûyerê dibîhîzin an bi çavê xwe dibînin. Loma ji piştî mirina van kesan bûyer jî bi wan re dimire.
Şewata sinema Amûdê, ya duduya ye ku bi destê dijmin vî bajarî kewimiye. Ev gor şewata pêşî ne pir dûr e. Hîn bi hezaran kes hene, ku şewata sinemê bi çavê xwe dîtine. Heya niha jî şopên vê bûyerê Amûdê mane. Ev, berî her tiştî "park" a ku Şûna sinemê hatiye çêkirin û danîna heykelê ku bûye sembola şehîdbûna zarokên bajêr û Goristana Amûdê ye, ya ku bi qûçên ji kevirên şehkirî hatiye xemilandin.
Tevî waha jî, heger hîmê bîranîna şehîdên me, tenê ev tişt bin, ewê tim û tim tirsa windabûnê ser wan habe.
Lê ji bextiyariya me re, dema şewata sînema Amûdê, Seydayê Namî nivîsek bi awayê roportajeke fireh ser vê şewatê dinivîse. Bi çapkirina vî eserî, şewata zarokên Kurdan di dîroka miletê wan de ciyê xwe digre.
Eserê Seyda yê sisiya jî, Ferhengoka Kurdî-Erebî ya bi navê "Kozar" e. Ev, hîn nehatiye çapkirin.
Seydayê Namî ji ber têkiliyên xwe yên bi Mîr Celadet Bedir-Xan re di kovarên Hawar û Ronahiyê de jî nivîsiye, di van kovaran de ciyekî aktîf girtiye.
Wek xebata Seydayê Namî ya civakî û edebî, xebata wî ya siyasî jî berbiçav e. Di vî warî de kurê Seydayê Namî, di nama xwe de waha dinivîse: "Ji bilî xebata torevanî û zanyariye, xebateke bêwestan di tevgera azadîxwaz a miletê Kurd de kiriye. Ji destpêka Civata Xoybûnê, wî têkilî bi endamên wê re daniye û xizmeteke berbiçav, di vî de jî kiriye. Wî tu carî xwe durî xebata milet û tevgera wî nekir, ji bo wilo çend caran kete zîndanan..."
Bavê Nazê
M. Ahmedê Namî
Agirê sinema Amûdê
Jîna nû
Weşanên Jîna nû
M. Ahmedê Namî
Agirê sinema Amûdê
Weşanên Jîna nû: 12
Çapa yekemîn: Îlon 1987
Jîna nû
Forlaget post box: 240 12
750 24 Uppsala
Postgiro: 503799-9
ISBN: 91970747-99