Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Bi xewna we pênûsê dilorînim


Nivîskar : Ehmed Huseynî
Weşan : Jîna Nû Tarîx & Cîh : 1993-01-01, Uppsala
Pêşgotin : Ehmed Huseynî Rûpel : 118
Wergêr : ISBN : 9188054-187
Ziman : KurdîEbad : 140x205 mm
Hejmara FIKP : Liv. Ku. 4421Mijar : Helbest

Danasîn Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Bi xewna we pênûsê dilorînim


Bi xewna we pênûsê dilorînim

Ehmed Huseynî

Jîna nû


Rojhilat di xeftanê te de asê bûye!!
Rojava di çepkên te de çêbûye!!
Bakur ketiye paş çeperên şevê!!
Başûr bûye leheng û hozanê revê!!
De rabe bo min bêje:
kîjan darê ji dilê xwe re bikme kerker
kîjan darbestê
ji govenda birçiyan re bikime per
kîjan çiyayî ji hejmartina qamçîyan re
bikme ferheng
kîjan zemînê ji sirûda serxwebûnê re
bikme pêşeng
kîjan helbestê ji naskirina hebûnê re
bikme sînor
kîjan mebestê ji gewriya nebûnê re
bikme tor?..



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar