Serkomarê Kurdistanê li ber dadgeha Îranê
Bedredîn Salih
Wezareta rewşenbîrî
Teksta dadgehîkirina pêşevan Qazî Mihemed û Sedr û Seyfî Qazî
Di derbarê dadgehîkirina pêşevan Qazî Mihemed û Sedr û Seyfî Qazî de, pir hatiye gotin û nivîsandin, diyar e ko ev nivîs du grûp in, grûpa yekê ew kes in yên ko xwestine dîrokê vajî bikin û li gor berjwendiyên dijminên kurdan, tîtal û gotin û tiştên dûrî wan zatan nivîsandine û hewl daye wê dîrokê vajî bikin, lê belê xuya ye berê rojê jî bi bêjingê nayê girtin, belgeya me jî dilsozî û evîna gelê kurd ya ji bo qaziyan û rêça pîroza wan e.
Grûpa duyê ya wan nivîsan jî, ew rêzdar in yên ko ji dilsoziya xwe şevbêr mane ji bo ko qul û valahiyên veşartî yên karesatê, ango rûxiyana komara Kurdistan û bidarvekirina pêşevanê wê eşkere bikin. Ya ko niha li ber destê we ye, teksta wê nivîsê ye, ya bi xameya efser (Kiyomers Salih) yê nûçegihanê kovara artêşa şahenşahiya Îranê hatiye nivîsandin ko welê diyar e bi xwe beşdarî dadgehîkirînê bûye. Teksta vê dadgehîkirinê wek wêjenameke taybet çap kiriye û pir bi nepenî li efserên mezin û cihê bawera şah û payebilindên hukûmetê parve kiriye.
Ev hejmara taybet ko bi navê (Tac Kiyanî) hatiye nivîsandin û li (Stad) Bingeha Navendiya Fermandarîya Artêşê hatiye arşîvkirin, me wergirtiye û wergerandiye kurdî. .....
Bedredîn Salih 10-ê tebax 2000 |