Xezeba azadiyê
Laleş Qaso
Pelda
Beş I
I
Çekdaran di cih de fêm kirin ku navê serokê wan li hesabê Heso ne hatiye. Ji nişkê ve veciniqîn, çavên wan lîst û li hev nerîn. Lepta wan ji çavên civatê ne reviya. Zibêr di ber xwe de beşişî û ii hindurê kefa destê xwe ê rastê nerî. Ji bo ku xwe bigire û nekene tîtikî eniya xwe xurand û ruyê xwe gewirand. Dû re jî zimanê xwe ê şilek heta bi qurm kişand, di kefa destê xwe de bir û anî û bi tiUya xwe a işaretê kefa xwe firkand. Wî çiqasî firkand, taxên qilêrê jî ewqasî di kefa wî de civiyan. Qilêr mîna şihîran dibirî û diavêt dera ha. Mihoyê enîdoq bi deng keniya, lê bi awira ku Sêdiq tê firand devê xwe girt û bi hêdî paia xwe da dîwêr. Nûriyê serşûnikî ji bo ku nekene firînî bi bêvila xwe xist, daxist zengelorkê, bi teqil avêt serşokê û ii peixema xwe nerî bê ka çawa diçe. Karê vî wilo dikir. Li mala walî jî rûnişta, miheqeq ew ê dîsa tif bikira derekê. Tifkirin bûbû xurek û ketibû devê wî. Şêxmûs serê xwe berda ber xwe û nav pişta xwe xurand. Kazim ruyê xwe tirş kir û kabokên xwe xistin zikê xwe. Lê Qaso mîna şêxekî, kemlan rûniştibû. Xelef dîsa xwe ji bîr kiribû, bi fanêrê xwe ê sertazî li odê rûniştibû û her ji kêhkekê bin çengên xwe difirkandin. Dîsa fişke fişka Simo bû. Ji aliyekî de bi berçavka xwe a ku di gêrê de bikar dianî, dilîst û ji aliyekî de jî habela bêvila xwe paqij dikir. Hema hema hertiştê vî mirovî ji qiyasê derbûn. Heta bi nexweşiyên wî jî...
Laleş Qaso
Xezeba azadiyê
Pelda
Weşanên Pelda
Xezeba Azadiyê
Roman
Laleş Qaso
Stockholm: 2000
© Pergala bergê û rûpelan:Pelda
Wêneyê bergê: Behrem Haco
ISBN:91 97 22 75-4-4