La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Bîranînên min


Éditeur : Lîmûş Date & Lieu : 2010, Yêrêvan
Préface : Wezîrê EşoPages : 176
Traduction : ISBN : 978-9939-64-036-5
Langue : KurdeFormat : 145x200 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 3259Thème : Mémoire

Bîranînên min

Bîranînên min

Firîda Hecî Cewarî

Lîmûş


Salên 20-î yên sedsala 20-î

Bavê min - Hecîyê Cindî, sala 1908-a li gundê Emençayîra qeza Qersê, lê dayîka min - Zeyneva îvo li gundê Êngûkê dîsa qeza Qersê da, sala 1914a hatibûne dinê.

Salên sêrrê cîhanê yê yekemîn, ewana dê, bav, kalik, pirik imda dikin û êtîmxanada mezin dibin.

Salên rev û bezê kalikê min îvo (bavê dayîka min) dimire. Gundiyê Êngûkê mihacir dibin, têne Ermenîstanê, diçine bajarê Êcmîazînê. Li wê derê ewana pê dihesin, wekî bona zarê kurde êtîm Aştarakêda êtîmxane vebûye. Pîrka min, Şaka Ereb, tevî 2-3 kûlfeta, tevî zara bi zor-cefakî têne Aştarakê, diçine wê êtîmxanê.

Mezina êtîmxana Aştarakê kûlfeteke kurde xwendî, egin - Nûra Egît axa Polatbêkova bûye, xûşka şorişvanê Sîbîryayê pirr eyan Fêrîk Polatbêkov. Nûrê xanim Zeno û Bondo êtîmxanêda qebûl dike, lê Zevo, ku qîza mezin bû û Pêrîşana biçûk qebûl nake.

Pîrka min 2-3 cara ser zarê xweda tê-diçe. Û wê şûnda, diya min pê dihese, wekî diya wê û Perîşana xûşk ji birçîbûnê û nexweşiyê mirine, lê Zevo apana dane mêr.
.....


Naverok

Pêşgotin - Wezîrê Eşo / 5

Salên 20-î yên sedsala 20-î / 11
Salên30-î / 14
Salên40-î / 27
Derheqa Cerdoyê Gênco da / 32
Xezal / 36
Pêla duda / 39
Salên 50-î / 40
Bal Îsahakyan / 41
Salên 60-î / 45
Salên 70-î / 48
Salên 80-î / 50
Hatina Riza / 50
"Tu bi van çîroka ebûra xwe dikî?" / 54
Salên 90-î / 57
Hecîyê Cindî hatiye rewakirinê / 58
Sala 1998-a / 59

Sala 2008 ya 100 saliya ji dayîkbûyîna Hecîyê Cindî
Sêsiya zaniyariyê li Yêrêvanê / 59
Civîna Enstîtuya kurdî ya Parîsê / 60
Ez çûbûme Kurdistanê / 60
Konfêrans li ser Hecîyê Cindî (Duhok) / 65
Bi mûnesebeta 100 saliya Hecîyê Cindî ev pirtûk hatine weşandinê / 67

Gotarên ku bi mûnesebeta 100 saliyê çapûbne (bi kurtebirî)
Vasîlyêva, Mûsaêlyan - Bona bîranîna zanyarê
kurd yê mezin / 68
N. Hovhanîsyan -Meznayê kurdzaniyê / 69
S. Harûtyûnyan- Emekdarê zargotina kurdayî mezin / 70
W. Eşo -Mezinayê xudanê keda mezin / 70

Dotên Hecîyê Cindî
Doktor Firîca Hecî Cewarî / 72
Firîda Hecî Cewarî / 75
Zîna Hecî Cewarî / 95
Doktor Nîka Hecî Cewarî derheqa xweda / 96
Naza Hecî Cewarî / 103
Eskerê Boyîk -Pîreka Hecîyê Cindî çîi ser dilovaniya xwe / 104
Derheqa Çerkezê Reşda / 105

Wezîrê Eşo - Çend nêrîn û bîranîn ser Hecîyê Cindî
H. Cindî meremê jiyana xwe di nava xizmetkirina himberî çanda kurdî da didît / 110
Ez bûm rûniştevanê Yêrêvanê / 113
H. Cindî govend dida amadekkinê bona sivikkirina giraniya hisreta dilê xwe / 116
"Gava te hildaye lêve, ez zanim çi li dêve" / 117
Ronakbîrên kurd yên nifşa duyemîn / 120
H. Cindî alîkar û şîretkarê nivîskar ûi zaniyarên ermenî û kurd / 122
H. Cindî wek oratorekî (peyîvkirekî) naskirî / 127
H. Cindî beşekî zanînên xwe ji aqilbendiya gelê xwe hilda / 130
H. Cindî piştî mirina hogirên xwe yên pênûsê xwedî li mirata wan ya berhemdariyê derdiket, ew dida weşandinê / 132

Mirazê Ûzo Cefarov - Pirtûk derheqa kurdzanê mezin / 134
Kawa Nemir - Hecîyê Cindîyekî nemir / 137

Bîranînên min derheqa Fêrîkê Ûsivda / 140
Kilama "Çiyano" / 155
Rohat Alakom - Destana "Rizayê kurmef".
Enînivîsa Ezdîyên Qersê / 156
Perwîz Cîhanî - Mîrê hozanan Fêrîkê Ûsiv / 164


Ez vê pirtûkê pêşkêşî bîranîna bavê xwe
Hecîye Cindî û dayîka xwe Zeyneva Îvo dikim.

Pirtûk tê weşandinê bi alîkariya serokê
Enstîtûya kurdî ya Parîsê, dostê qedirbilind
Kendal Nezan. Em sipasiya xwe elamî Wî dikin.

 

PEŞGOTIN

Ronakbireke me kurdan li paytextê Ermenistanê-Yêrêvanê dimîne, keça kurdzanê mezin Hecîyê Cindî, ya bi nav pasnavê Firida Hecî Cewarî. Zemanê dewî da, bi çend cara ew min, xerîbê li Bêlçîkayê bi hedîya, dîyaryên giranbiha dilxwes dike yên bi sikilê pirtûkên du meznayên me kurdan: yê Hecîyê Cindî bi giranî wek berevokên berhemên zargotina kurdî û lêkolînên li ser wan û yên mêrê wê - Fêrîkê Ûsiv yên bi giranî wek berevokên helbest û destanên wî. Û gava ez pirtûkên wan herdu gorbuhuştan distînim-dest xwe de bi îmêlê yanê jî bi têlêfonê sipasya xwe jêra dibêjim. Van roja jî min du pirtûkên Hecîyê Cindî û Fêrîkê Ûsiv, ku Firîdê ji min ra bi rê kiribûn, stendin: ya Hecîyê Cindî bi semavê Folklora Kurdan û ya Fêrîkê Ûsiv jî Pampa min. Vê carê min biryar danî sipasya xwe û bi ser da jî ya hemû hogirên xwe yên pênûsê, hemû ronakbîrên kurd jî jê ra bêjim, hilbet, ku ewê jî yalê xwe da vê destûrê bidin min pistî xwendina vê agahdarya min di malperên kurdî da.

Hecîyê Cindî û Fêrîkê Ûsiv kedeke dewlemend kirine û dû xwe hîstine: ji bona gelê xwe. Her çiqasî jî wana zêndîtiya xwe da gelek pirtûkên xwe dane weşandinê, lê dîsa jî hinek ji wana neçapkirî, destnivîsar mane. Ewên wesandî jî bûne degmetiyên bîblografîk, dijwar ji dest dikevin. Bilî vê yekê, ew bi giranî bi tîpên kirîlîk (rusî) hatine çapkirinê û ber vê yekê jî ew hema hema nebûne mal û milkên xwendevanên kurd li dervayî Sovêtstana berê, li Kurdistanê û besên dîaspora kurdî yên dinê. A, ji bona ji holê rakirina van kêmasyan û astengyan Firîda Hacî ya bi pêsê xwe va mamosta matêmatîkayê, van salên dewî xwe da li ber karê kurdzaniyê û çanda kurdî bi gistî û edebyetzaniyê bi tayîbetî ji bona ji nû va wesandina pirtûkên Hecîyê Cîndî û Fêrîkê Ûsiv yên çapbûyî û neçapbûyî.

Bi awayê xwegîhandinê, xweperwerdekirinê Firîda Cewarî xwe amade kir ji bona wergerandina berhemên gorbuhuştan ser tîpên latînî u bi ser da jî bi kompûterê daktîlokirina wan. Lê eva hela hê despêka bi cîanîna kar û barê pêwîst bû. Wê gotî ji qulç û bûcaxên arsîva berhemên wan yên hetanî niha yên neweşandî derxistana yên bi destnivîsarên li ser rûpelên kaxazan yên nava zemanê dirêj da zerbûyî, betrengbûyî. Eva jî sûna xwe da. Wê gotî ew berhem ji bona çapkirinê amade bikira bi pêsgotin, komêntar û pênasînên pêwîst va.

Û bi xweperwerdekirinê û ji ber wê yekê, ku haja wê ji kar û barê bavê û helalê xwe hebû, ewê ev asteng jî ji ber xwe da rakirinê. Û bi serda jî Firîda Hecî agahdaryên usa ser jîyan, kar û barê Hecîyê Cindî û Fêrîkê Ûsiv di pirtûkên berhemên wanda yên ji nû va û cara yekemîn çapbûyî da bi cî kirin, yên ku bilî wê belkî kesekî dinê nikaribûya ew agahdarî bi destxistana, her çiqasî jî ew kes zane û şereza bûya. Belê, wek nefer û mirova ji malên herdu gorbuhuştan haya wê ji hemû kesan bêtir ji jîyan, kar û barê wan heye. Eva yeka gelek agahdaryên Firîdê jî bona me xwendevanan dike yên ûnîkal, destnekeftinê û ber wê yekê jî yên giranbiha.

A bi vî awayî, Firîdê navbera heft-heyşt sala da weke 20 pirtûkên gorbuhuştan dan wesandinê û ne ku bi tenê wesandinê, lê bi dîtina zehmet û mesrefa mezin gelekan ji wana digihîne ber destê xwendevanan, bilî yên li Ermenistanê û welatên Yekîtiya Sovêtê ya berê, lê hetanî yên li Kurdistanê û beşên dîaspora kurdî yên dinê.

Berya ji yalê xwe da bi awayê dewîanînê tamkirin û temamkirina kar û barê Firîda Hecî ezê nirxandina hogirê xwe yê pênûsê, sayîrê kurd yê navdar Eskerê Boyîk ya li ser eynî kar û barî bînim navê, ber ku ewê pir pêwîst dibînim. Gava min carekê bi têlêfonê derheqa vî kar û barê Firîdê da sabûna xwe Eskerê Boyîk ra pare vedikir, ewî, ku haya wî jî weke min ji vê yekê hebû, her bi tenê bi sê peyvan ew kar da nirxandinê: "Firîdê şoris kir".

Hecîyê Cindî û Fêrîkê Ûsiv yên welatparêz ev keda zengîn ji boy gelê xwe û bi tayîbetî ji bona pêsxistina çanda kurdî kirine. Ber vê yekê jî em xizmetkirina Firîda Hecî di warê amadekirina berhemên wan da ya bona weşandinê wek ya himberî edebyet û çanda kurdî da dibînin, her çiqasî jî ewê wezîfe, berpirsyarya xwe himberî bav û malxwe xwe da jî bi cî anîye. A ji ber vê yekê bû, ku min despêka vê nivîsa xwe da ji navê hemû hogerên xwe yên pênûsê, hemû ronakbirên kurd jî sipasî Firîda Hecîra ra got. Ne axir xwedîderketina li keda wan herdu mezinên çanda me wezîfa me hemû ronakbirên kurd jî dihesibe. Bi karkirîna xwe ya êgin, jêhatî, bêwesta wê dota gelê me ya sîrhelal barê me ronakbirên kurd, dezgeh û rêxistinên çanda me sivik kir. Ber vê yekê jî ez weke ronakbirekî kurd Firîda Hecî Cewarî bi mafê temam ji bona bi cîanîna vî karê mezin û pîroz dixim rêza ronakbirên kurd yên berhemdar û lêkolîndarên hêja di warê edebyet û çanda kurdî da û bi serda jî jê ra dibêjim: "Destê te xwes xweyînga me hêja. Te bi kar û barê xwe her wa mêrxwesî, qehremanyek jî kir û bi temamî hêjaye em vê mesela gelê me yê kurd himberî te bi kar bînin: "şêr şêre, çi jin-çi mêre"...

Wezirê Eşo

 


Bîranînên min

Firîda Hecî Cewarî

Lîmûş


Weşanên Lîmûş
Bîranînên min
Firîda Hecî Cewarî

Rêdaktorê berpirsiyar: Wezîrê Eşo
Berevkirina ser komputêrê, rupêldanîn - Ferîda Hecî

Eva pirtûka bi şirovekirina, îzbatiyêd arşîva, qîmetkirina,
nêrîna, fotoya va û çend gotarên nivîskara va tê weşandinê.

ISBN 978-9939-64-036-5



Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues