Bîranînên min
Firîda Hecî Cewarî
Lîmûş
Salên 20-î yên sedsala 20-î
Bavê min - Hecîyê Cindî, sala 1908-a li gundê Emençayîra qeza Qersê, lê dayîka min - Zeyneva îvo li gundê Êngûkê dîsa qeza Qersê da, sala 1914a hatibûne dinê.
Salên sêrrê cîhanê yê yekemîn, ewana dê, bav, kalik, pirik imda dikin û êtîmxanada mezin dibin.
Salên rev û bezê kalikê min îvo (bavê dayîka min) dimire. Gundiyê Êngûkê mihacir dibin, têne Ermenîstanê, diçine bajarê Êcmîazînê. Li wê derê ewana pê dihesin, wekî bona zarê kurde êtîm Aştarakêda êtîmxane vebûye. Pîrka min, Şaka Ereb, tevî 2-3 kûlfeta, tevî zara bi zor-cefakî têne Aştarakê, diçine wê êtîmxanê.
Mezina êtîmxana Aştarakê kûlfeteke kurde xwendî, egin - Nûra Egît axa Polatbêkova bûye, xûşka şorişvanê Sîbîryayê pirr eyan Fêrîk Polatbêkov. Nûrê xanim Zeno û Bondo êtîmxanêda qebûl dike, lê Zevo, ku qîza mezin bû û Pêrîşana biçûk qebûl nake.
Pîrka min 2-3 cara ser zarê xweda tê-diçe. Û wê şûnda, diya min pê dihese, wekî diya wê û Perîşana xûşk ji birçîbûnê û nexweşiyê mirine, lê Zevo apana dane mêr. ..... |