Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Seyfulmuluk


Nivîskar : Sîyahpûș
Weşan : COC Tarîx & Cîh : 1972, Wien
Pêşgotin : Celîlê Celîl Rûpel : 332
Wergêr : ISBN : 3-926522-21-6
Ziman : KurdîEbad : 150x210 mm
Hejmara FIKP : Liv. Ku.Mijar : Wêje

Danasîn
Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Seyfulmuluk

Versions

Seyfulmuluk

Sîyahpûș

Coc


Lîteratûra kurdaye klasîk di rojên me da: li dawya sedsalîya XX û destpêka sedsalîya XXI derbazî li ser jîyandarîya nû bûye. Îro dastan û dîwanên hilbestvanên kurd ji destnvîsên kevn û pizinî, ji hev ketî û ji tozê gewrbûyî bi destê rewşenbîrên kurd yên xemxur û zanyar jîyana nû distînin, têne bergirtin, dikevin ber çapê, dibin pirtûk û ji bona sedan sala dimînin wek milk û dewlemendîya çanda gel.

Hilbestên Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyra, Ehmedê Xanî...



PEGGOTIN


Lîteratûra kurdaye klasîk di rojên me da: li dawya sedsalîya XX û destpêka sedsalîya XXI derbazî li ser jîyandarîya nû bûye. Îro dastan û dîwanên hilbestvanên kurd ji destnvîsên kevn û pizinî, ji hev ketî û ji tozê gewrbûyî bi destê rewşenbîrên kurd yên xemxur û zanyar jîyana nû distînin, têne bergirtin, dikevin ber çapê, dibin pirtûk û ji bona sedan sala dimînin wek milk û dewlemendîya çanda gel.

Hilbestên Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyra, Ehmedê Xanî û yên mayîn li ser tîpên erebî, latînî û kîrîlî ne bi carekê, lê belê gelek caran çap bûne. Hinekê ji wana hatine wergerandin li ser zimanên gelên cînar û yên ewropî.1

îro ji bona çapkirina sêwrandinên hilbestvanên kurd li Kurdistanê, li Yêvropayê û li Rûsyayê rîya berfire vebûye. Di ancamê da li ser masa xwandevana bi dehan dîwan û dastanên klasîkên me hatine danîn.2 Xemxurî himberî kelepûra pêşîyan alîkarîyê dike, ku navê hilbestvanên heta naka nenaskirî, nivîsarên wana derên holê û goveka lîtêratûra kurdaye kevnedîrok dewlemend û diha bi xeml û rewş bibe.

Yek ji wan hilbestvana, ku navê wî nû tê naskirin Sîyahpûşe, hunermendek, ku bi hunera xweye hilbestvanîyê steyrkeke ronake di goveka lîtêratûra kurdaye berfireda.

Navê Sîyahpûş heta naka ji rewşenbîrên kurdara him nas bû û him jî nenas bû. Nas bû, ji ber ku navê wî di hine pirtûk û wûtarada, rex rêznavê hilbestvanên klasîkên kurda carna dihate bîranîn.3 Ne nas bû, ji ber ku heta vê paşwextîyê ji hilbestekê, yan jî ji xezeleke wî zêdetir tu tișt ji xwendevanên kurdra nas nebû, îşaretek û zanistîke berfire li ser jîyana wî û hozanvanîya wî li destê rewşenbîrên kurda tunebû.

Vê paşwextîyê li ser Sîyahpûş bi çelengî tê behs kirin. Dastana wîye mezin bi navê „Seyfulmuluk" hiltînin ser zar. Ew bi destnivîs derketye holê û hê çap nebûye. Çavpêketina pêşin bi vê dastanêra bandûreke xuya li ser zanyara hîşt. Balkêşîya mezin, ku dastan li bal xwandevana pêşda anî, bû rêber û bingeh, ku zanyar û pisporên lîtêratûra kurda Ebdurreqîb Yusif, Ebdurrehman Mizûrî, Reşo Zîlan, Enwerî Sultanî û yên mayîn bi wûtarên taybetî li ser Sîyahpûş di kovar û rojnameyên kurdî da pêşda bên, mînakan ji hilbestên wî çap bikin.4 Bi taybetîya zanîyarîyê li ser Sîyahpûş û li ser dastana wî "Seyfulmuluk" cara pêşin sala 1991-ê Reșo Zîlan li ser rûpela kovara "Bergeh" bi wûtareke giranbaha bi sernivîsa "Hilbestvanê kurd Sîyahpûşê nemir û destnivîsarek", pêşda hat.5 Rego Zîlan wûtara xwe li ser destnivîseke nû ya vê dastanê ava kiribû.

Di bergeha nirxandina lîtêratûra kurdaye klasîkda înstîtûta kurd ya Stambolê karekî hêja dimeşîne. Tevî civandina destnivîsên giranbaha, karkerên înstîtûtê bi alîkarîya zanayên lîtêratûra kurda, dest bi çapkirina van cewahira kirine. Berhemê vî karî îdî berçavane.6 Pîrozbayîke vî karî çapkirina pirtûka "Çend xezel û helbest"-ên Sîyahpûşe.7 Di vê pirtûkêda xezelên Sîyahpûş, çend hilbestên wî û du-sê parçeyên biçûk ji dastanê cî girtine.

Ji wûtarên Ebdurreqîb Yûsuf, Reşo Zîlan û pirtûka înstîtûta kurdî ya Stambolê tê femkirin, ku li ber destê van nivîsarvana mînakên destnivîsên dastana Sîyahpûş hebûne.

Van salên dawîyê çar mînakên (kopîyên) destnivîsa dastana Sîyahpûș ketin destê min. Berhevdana van destnivîsa ber min rê vekir, ku karibim dastana "Seyfulmuluk" ji bona çapkirinê kamil û zêndî bikim.

Destnivîsa pêşin li sala 1992-a li Stambolê kete destê min. Ew destnivîs milkê camêrê hêja Mela Ehmed bû. Balkêşîya ziman û navaroka dastanê ji min ra awqas mezin bû, ku min destxweda, hê li Stambolê, dest bi xwandin û vegerandina wê li ser tîpên latînî kir. Xudanê destnivîsê Mela Ehmed ji ber dijwarîya xwandina hine parçê nivîsarê yên kevnbûyî, alîkarê min bû, ku ez wî karî bi rûspîtî cî bînim. Di nava bîst rojanda min xwandin û nivîsandina vê destnivîsê ya destê pêşin serhevda anî. (Ji vir hada: destnivîsa A)

Hema li wê salê, bi vexwandina hine hevala, ez bi mêvanî çûm Kurdistana bakur. Xîyala min ew bû, ku li ser rîya xwe herim seredana gundê Qizilqulê (li qeza Dîgorê, ser wilayeta Qersê), gundê ku bavê min lê hatibû dinê û zarotîya xwe li wir derbaz kiribû, bibînim. Li ser rîya xwe berbi bajarê Patnosê, navenda qeza wîlayeta Agrîyê, bi pirspirsyara min destnivîseke dastana Sîyahpûşe nû jî dît. Ew destnivîs milkê şêxê qeza Dûtaxê bû. (Ji virhada: desnivîsa C)

Piştî vegerê, li Stambolê hêja Feqî Husêyîn ji minra got, ku ewî li Titwanê destnivîseke "Seyfulmuluke" kevn daye dastê xweşnivîsekî kurd û wî jêra ber girtye. Mînaka vê destnivîsa nû Feqî Husêyîn bi dilxweșî da min. (Ji virhada: destnivîsa B).
Gava ez vegeryam Yêvropayê pêhesyam, ku destnivîseke "Seyfulmuluk"-ê li bîblîotêka Birîtanîyayê (li Londonê) tê parastin. Kopîya vê Destnivîsê bi alîkarîya hêja Enwerî Sultanî gihîşte destê min. (Ji virhada: destnivîsa D).

Dêmek, ber destê min çar destnivîsê vê dastanê hebûn. Her destnivîseke dastanêda kêmanîyê cûrbicûr hebûn: yan rûpel jê kêmbûn, yan rûpel qelişîbûn, rexên belga şewitîbûn û hvw. Dastan bi giştî hewceyî berhevdana zanyarîyê bû, ku ji wan herçar mînaka mînakeke tam jê derketa. Ev herçar destnivîs bûn bingeh, ku ez karibim têksta "Seyfulmuluk" bi gert û girûtên zanyarîyê kamil bikim.

Di vî karîda ji minra xuya bû, ku bingeha herçar destnivîsa yeke, destnivîseke û têda guhastinên mezin cî negirtine. Cudatî ku di navbera van destnivîsanda hebû min yek bi yek îșaret kir û lîsta wê di para berhevdanêda, pey têksta dastanê, cîwar kirye. Ji hev dûrketin di nava van destnivîsada çend rengin: kurtkirina mîkanîkî, undakirina rûpela, peyvguhastin, cudatîya gêwê nivîsara peyva, cîguhastina peyva û beyta û h.w.

Ji bona çapkirinê min destnivîsa A bingeh girtye, ji ber ku ew di nava herçar destnivîsada ya here kamil û kevne.

Kîye Sîyahpûș û em li ser jîyana wî çi zanin?

Wûtarên ku li ser Sîyahpûș hatine nivîsandin di bingeha xweda hev dubare dikin û tiștekî giring ser jîyana wî zêde nakin. Ji van wûtara tê naskirin, ku navê Sîyahpûș Muhemmed bûye. Li ser vê em îșaret dastanêda dibînin. Sîyahpûș dibêje:Îlahî tu mukemmel kî, îlahî,

Îman û sidqê min sahib gunahî.

Big'efrînî gunehanê Sîyahpûş,
Ji camê muhbetê key mest û medhoș.

Munewwer key bi rehmet ya mûmeced,
Ji nûrê merîfet qelbê Muhemmed.
(Beytên Nr. 502-504)

Dîsa, ji beytekê em pêdihesin, ku pêșîyê ew li îranê jîye, lê pașê welatê xwe terikandîye û hatye Bexdayê:
Me xar camek şeraba xoş bi destê saqîyê mehweş,
Wekî min hişt-û îran û berê xwe da bi Beg'dayê;
(Beyta Nr. 476)

Wek tê femkirin, ew pey koçkirinê ji jîyana xwe razî nîbûye. Kesera welêt timê di dilê wîda wek agir gur bûye. Çima Sîyahpûș welatê xwe berdaye çûye xerîbyê? Bersiva vê pirsê em dîsa ji navaroka dastana "Seyfulmuluk"-ê pêdihesin. Em serwaxt dibin, ku ji ber evîna dîlberekê, dîlbera ku ji ber hine sedema jêra nebûye qismet, ew mecbûr bûye rîya xerîbyê bide ber xwe û bê Beg'dayê. Çima evîna wî jêra nebûye qismet? Em serwext dibin ji halê wîye sosîal-aborîyê. Xuyaye Sîyahpûș li alîyê mal-milk û hebûnê merîkî hejar û belengaz bûye. Gele cara ew di dastanêda wek himberîhevkirin dibêje, ku xelqê hejar û belengaz mîna wî bûne:

Bi emrê şah li paşan tas û fincan,
Gerandin saqîyan ser dest û pencan.
Ji ewwelda vexwar şah û emîran,
Heta dor hate me jar û feqîran.
(Beytên Nr. 2750-2751)

Bêșik, ji ber vê tunebûnê ew negihîgtye mirazê xwe û xem di dilda ji welatê xwe dûr ketye.
Sîyahpûș - nasnavê hilbestvane. Nasnavê wî egkere dike, ku xweyê wî xwe bi reș poșandye, kincê reș berkirye. Di tradîsyona hilbestvanên kurdada kêm nînin mînakên usa, gava hilbestvan xênji navê xwe, ji xwera nasnav hildane navên cî warê ku tê jîyane, yan jî ser navê xwe navê egîra xwe zêde kirine, wek Elî Herîrî, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û yên mayîn, yan jî navên usa li ser xwe danîne, ku ewan nasnava hal û rewșa jîyana wana dane xuyakirin, wek Suadî, Hejar, Bêkes, Cegerxwîn û yên mayîn. Navê Sîyahpûș belû dike, ku xudanê wî navî merivekî xemgîn û dilkovan bûye, ji halê xwe nerazî û birîndar bûye. Reș berkirin, reșpoșîn di nava kurdada rengê șînê, rengê xema giran dide xuyakirin. Sîyahpûș bi xwe alî me dike, ku bawarya me li ser vê gotinê hebe:

Camê işqê ez kirim mest û xerab,
Lew Sîyahpûş bûme manendê g'urab.
(Beyta Nr. 1023)

Ji ber çi hilbestvan nasnavê xwe Siyahpûș danîye? Ser vê pirsê di nava gelda lêgênd bi galegal geryane. Ser van lêgênda Mîr Celadet Bedirxan bala xwe daye û di berevoka "Klasîkên me"-da, mîr bin navê Herekol Ezîzan, li ser du lêgêndên balkêș qal dike. Dinivîse: "Dibêjin leqeba Siyahpûș pêva bûye ji ber ko hewranîkî reș bi xweva dikir". Lêgênda duda ku zêde aqilê Mîr Celadet jê bîrîye, eve: "Dibêjin, ku ew [Sîyahpûș-C.C.] dil berdide keça malmezinekî. Lê bavê keçikê naxwaze keça xwe bide wî. Bi serda jî welatê xwe ji wîra qedexe dike. Li ser vê yekê ew yekcar dibe sewdaser. Hew dikare tehemûlî dûrîya ji dîlbera xwe bike. Rojekê, da ku bîskekê jî be dîlbera xwe ji dûrva bibîne, bi dizîka têt û xwe di nava zevîyên nêzîkî mala dîlbera xweda vedigêre. Ji tirsa ku bête dîtinê, xwarin vexwarinê nahizire, wisan xwe bi rojan têda vedigêre. Heya ku rojekê ji tî û birçîna bêhiș dikeve. Zemanekî dirêj di serra derbaz dibe. Rojekê siwarek reșahîyekê di nav zevyanda dibîne. Xwe nêzîkî wê reșahîyê dike, dibîne ku miroveke. Dest davêje ebaya wî, çi bibîne, ji qirêj û rêvînê ew reg bûye, bûye fena qîrê. Siwar alî wî dike, xwarin û vexwarinê didê, higê wî tîne sêrî. Bi çîroka wî dihese... Li ser vê yekê liqabê wî dimîne „Sîyahpûș", ango, yê ku reg li xwe poșîye, kincê reș li xwe kirye".8

Ev herdu lêgênd giringin, ji ber ku ew nîșan didin: yek, ku navê hilbestvan di nava gelda naskirî bûye û ya duda, ku evîna bêmiraz bûye bingeha xemgîrîya wî û hilgirtina vî nasnavî li ser xwe.

Di dastana xweda Sîyahpûș dîsa vedigere li ser nasnava xwe. Di xezelekêda gava ew xemgînîya xwe eșkere dike, dibêje: "Camê firaq ez kirim ser ta be pê Sîyahpûș." (Beyta Nr. 1962).

Sîyahpûș ji jîyana xwe razî nebûye. Di xerîbîyêda hejarî û belengazî rêberê wî bûne. Ji ber vê hilbestvan dinya bêbext û xayîn gunehbar dike. Ew ji dinyayê nerazîye, ji ber ku hemû kes jêra qelp û nemam derketin, lewra ew dibêje ku dinya pûç û derewîne:

Ku aqîbet mirin bî, ey Sîyahpûş,
Eger ehmeq nebî nabî tu dilxoş,

Bi vê dunyaê dûnî, qehbe û pîr,
Necis û pîs û sewda şubhetê qîr.
(Beytên Nr. 1641-1642)

Kîjane welatê Sîyahpûș, li ku hatye dinê û zarotîya xwe lê derbas kirye? Ser vê yekê bingehekî xuya, çavkanîk, ku ji mera rastîyê bêje, li ber destê me tune. Gotinên zanyara û axaftinên di nava gelda li ser vê pirsê bi hev nagrin. Ebdurreqîb Yûsuf û Reșo Zîlan ji melle û zanyarên olê bihîstine, ku Sîyahpûș xelqê Silîvanê (Ferqînê) bûye, ji herêma Narêkê. Ji ber vê jî, gorî bihîstina Reșo Zîlan, melle jêra gotine Sîyahpûșê Silîvî.9 Mamûsta Cegerxwîn, bi gedetya Reșo Zîlan, welatê Sîyahpûș Hekkarî hesab kirye. Ser bingeha lêkolîna çavkanîya dîrokî li ser devera Hekkarîyê û taybetîya ziman-zarava dastanê, Reșo Zîlan tê li ser wê bawarîyê, wekî gotina mamûste Cegerxun ji bona rast bê naskirin, çavkanî lazimin.10 Zanyar lêkolînvanên alman Yêvgênî Prûm û Albêrt Sotsîn sedpêncî sal berê dîtineke nû li ser welatê Sîyahpûș nivîsîne. Wana ji devê xelqê Kurdistanê bihîstine, ku Sîyahpûș xelqê Amêdîyê bûye."

Ser bingeha van malumatîya em çar deverên ji hev dûr, ku ew bûne cî-warê Sîyahpûș, dibînin: Ferqîn, Hekkarî, Amêdîyê û Îran. Bi berhevdana van gotina dikarin bên ser bawerîkê. Sîyahpûș li dastanêda wek nasnaveke nû tîne ser ziman, ji xwera dibêje îranî. (Beyta Nr. 703)

Li beytekî dinê, wek me jorê jî got, Sîyahpûș dibê ku wî Îran hiștye û hatye Bexdayê. Em dibînin, ku Iran di jîyana hilbestvanda walatekî xerîb nîbûye. Baș zanîna zimanê farisî ședetîya wê yekê dide, ku ew yan xelqê Îranê bûye, yan jî demeke dirêj li wê maye. Ji ber kurmancîya wî ya delal dûr nîne, ku ew ji herêma Îranêye bakûrrojavayê, ji der-dora Ûrmyayê bûye. Herêma zaravê kurmancî li Îranê bi gigtî dikeve li jorî Urmyayê, ji alîyê Turkyayê nêzîkî herêma Serhedêye. Em zanin, ku di vê herêmêda bajarê Bazîdê û dorana wî di jîyana kurdaye kûltûr-zanyarîyêda dewreke mezin lîstine. Ehmedê Xanî û peyhatîyên wî ji vê herêmê bûne.

Li nîveka sedsalîya XIX rewșenbîrên kurda: șayîr û zanayên vê herêmê bi konsûlê rûsa, Aleksandr Jabara di peywendîya rewșenbîryêda bûne û ewana tevayî xizmeteke mezin ji bona çanda kurdî kirine. Bi deha destnivîsên kurdî civandine û dane destê konsûl. Di dema civandina destnivîsên hilbestvanên kurda yên kevn nivîsarên Sîyahpûș, bi taybetî dastana wî, berçava neketine û navê wî jî nehatye bîranîn. Dêmek, rewșenbîrên kurda yên herêma Bazîdê bi navê Sîyahpûș û nivîsarên wî nas nîbûne. Gelo çima?

Divê em qebûl bikin, ku Sîyahpûș di xortanîya xweda ji welatê xwe dûr ketye. Dîroka evîndarîya wî ji salên xortanyê destpê dibe. Hilbestvan dibêje:

Çira ișqê şebabî pirr şewate,
Dilê işq tê nebî ew dil mewate.
(Beyta Nr. 805)

.....




Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2021
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar