PÊŞGOTIN
Ev gurzê helbestên di nav destan de, bi comerdî hatiye hûnandin, ji kezîyên zer, ên keçên Helebçe, û ji şivik û pelên kesk, ên darê zeytûnên herêma çiyayê kurda, û ji rengê xwîna zarokên sînema Amûdê. Bê goman, ev gurzê kesk û sor û zer, pêwîste ku ji yekî weke (Mendêla) re bê pêşkêşkirin, çimkî dema ku ji vî qehremanî dipirsin:
- Gelo çima te xelata Etaturk bi xwe venekir?
Bersiv ev bû:
- Kesê bixwazê zanibê çima, divê duhmekê xwe têxê şûna mirovê kurd de, wî çaxî wê bersiv xweş têkevê ber çavande.
Di derheqa vî kesê birûmet û hêja de, hozanvanê Me abbas dibêjê:
Banga dilan belsema derd û kulan hêviya bêhêzan awira çavên bindestan fenera mişext û mafxwestan kenê çavên bêkesan Mandêla ... .....
Elyê Cizirî |