La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Salar û Mîdya - Dîwan 9


Auteur : Multimedia
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2003-01-01, İstanbul
Préface : Pages : 70
Traduction : ISBN : 975-8637-60-6
Langue : KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. 1826Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Salar û Mîdya - Dîwan 9

Versions

diyarî

Ji xortê ko barê millet dane sar milê xwe û
bi dijwarî di nav taristana zor
û setema dijminê kurd ve bi gernasî derbas dibin.
Ji wan gundî û cotkarê ku di bin zor û setema
kevneperestê Kurdistanê de, piştxûz û gerdenxwar,
ji bo ko nanê zarokê xwe derxin,
xebata destê xwe bi erzanî dijroşin,
sermayedar û xwedî gunda.
Ji bo wan gernasê ko di zindana de çavnêriya
ben û darê dijmin dikin û
bi gernasî di riwê dijminê xwînxwar,
setemkar de doza daxwazê kurd û mirovaniyê dikin.
Ji bo va teva re ez vê çîrokê bi diyarî pêşkêş dikim.


Cegerxwîn
Bêrût 1973


"Ez bawer dikim ko dîwana Cegerxwîn, dewsa ku Mem û Zîn û Dîwana Cizerî vala hiştine ewê tije bike. Xwendevanên delal, ewê tê de zman û rûhê cenabê Xanî û xurt û nezma dîwana Cizerî a ahengdar blbînin.

"Cegerxwîn pirsên biyanî jî pir ne xistine nav şihrên xwe, bi zimanekî sade û selîs nivisîne.

"Qîmeta şihrên wî a mezin ji ev e, bi rûhekî nû ajotiye ser fikrên kevnare û bi zmaneki şêrîn û şe'bî tewş bûn û zerara wan nîşan kiriye.

"Ez ji şairê me î şe'bî re pêşveçûn û ji dîwana wî re jî rewaceke baş hêvî dikim."

Qedrîcan




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues