Gotinek Pêdivî
Şerefxanê Bedlîsî di sala 1543an de hatiye riwê gerdûn. Ew bi xwe ji hoz û êla Rozekî an Rozkiya navdar e, ya ku mîr û serokên wê li dora çend babilîskan xondekarî li mîrnişîniya Bedlîsê kirine.
Şerefxan, li ber destê zanyarên wê demê û bi zarokên şah Tehmaseb re, di seraya wan ya taybetî de, li dora çar salan 1551-1555 hînî û fêrî zanîn û zanyariya olî, kokên terazû, ziman û toreyê bûye.
Temenê wî negihabû diwazde salan, şahê Sefewî navnîşana mîretî dayê û paşiyê bû serokê hoza xwe. Mîrekî zîrek, dadmend û hişmend bû, xwedî pend û şîretgotin bû.
Di dawiya heftêyî ji babilîska şazdehan de qonaxeke nû di jiyana Şerefxan de, dest pê kir; ew qonax diyar bû, bi wê nêzîkbûna di navbera wî û Şahanên Osmanî de, yên ku hirmeteke bilind bi şan û kamîranî danê.
Şerefxanê gewre, nivîs, pênûs û pirtûk neda bi karbidestî, text û şewketan ji ber vê; xondekarî sparte destê lawê xwe Ebî El-Me'alî Şemsedîn û berê xwe da nivîsandina Şerejnameya gewre û bêhempa.
Li dora heft salan pirtûk, çavkanî li jêderên ku li ser kurd û rojhilatê bi zimanê farisî, erebî û tirkî nivîsîne geriya û kom kir. Dema dest bi nivîsandinê kir, temenê wî li dora 53 salan bû. Sêzde salan nivîsandina vê dîrokê, pê re dirêj kir.
Şerefxanê Bedlîsî, Şerejnameya xwe bi hestekî neteweyî bilind nivîsandiye û xwestiye bi cîhanê bide naskirin ku miletek heye navê wî kurd e û welatê wî Kurdistan e, xwedî dîrok û mêjûyeke tijî bûyer, raperîn û lehengî ye. Dîrokeke bê radestî û serçiemandin e. Kole û reswayetî ji biyaniyan re nekirine. Lê belê mîrekên kurdan, xwe bi xwe jî li hev nekirine û rojekê ji rojan, yekîtî di navbera hev de ava nekirine.
Şerefname ew e pirtûka herî girîng, çavkanî û jêdera pêwist ji hemû mêjûzanên rojhilat û ji dîrokzanên Ewropayî re û bûye mijara nama û lêkolînên zanistî di pireya navendiyên rojhilatnasiyê de...
Dilawerê Zengî |