Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Şerefnameya Menzûm - Dîwan 10


Nivîskar : Multimedia
Weşan : Avesta Tarîx & Cîh : 2003-01-01, İstanbul
Pêşgotin : Rûpel : 127
Wergêr : ISBN : 975-8637-61-4
Ziman : KurdîEbad : 130x195 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. 1827Mijar : Helbest

Danasîn
Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Şerefnameya Menzûm - Dîwan 10

Versions

"Şi'ra kurmanciya bakur ku bi şi'ra Cizîrî li asoyê edebiyata me geş bûbû, bi şi'ra Xanî kete xizmeta îdeolojiya milî. Di pey Xanî de hebûneke xurt nîşan neda, di nav mirin û jiyanê de ma. Cegerxwîn bi giyaneke nû jiyanê dayê, şi'rê ji dîwan î dîwanxana derxist, bire meydan û kolanan.

"Cegerxwîn rûpela dîdaktîzmê li şi'ra kurmancî zêde kir. Dîdaktîzma Cegerxwîn di hindava guhartina rewşa siyasî û komelayetî de ye: Hişyarkir e, ronîkir e, têkoşer e. Heta şoreşa Kurdistanê serkeve wê şi'ra Cegerxwîn ji aktueliya xwe, ji jîndariya xwe tu tiştekî winda neke, wê her van erkên xwe bi cih bîne û bi wî awayî jî Cegerxwîn dê bijî."

Rojen Barnas


Gotinek Pêdivî

Şerefxanê Bedlîsî di sala 1543an de hatiye riwê gerdûn. Ew bi xwe ji hoz û êla Rozekî an Rozkiya navdar e, ya ku mîr û serokên wê li dora çend babilîskan xondekarî li mîrnişîniya Bedlîsê kirine.

Şerefxan, li ber destê zanyarên wê demê û bi zarokên şah Tehmaseb re, di seraya wan ya taybetî de, li dora çar salan 1551-1555 hînî û fêrî zanîn û zanyariya olî, kokên terazû, ziman û toreyê bûye.

Temenê wî negihabû diwazde salan, şahê Sefewî navnîşana mîretî dayê û paşiyê bû serokê hoza xwe. Mîrekî zîrek, dadmend û hişmend bû, xwedî pend û şîretgotin bû.

Di dawiya heftêyî ji babilîska şazdehan de qonaxeke nû di jiyana Şerefxan de, dest pê kir; ew qonax diyar bû, bi wê nêzîkbûna di navbera wî û Şahanên Osmanî de, yên ku hirmeteke bilind bi şan û kamîranî danê.

Şerefxanê gewre, nivîs, pênûs û pirtûk neda bi karbidestî, text û şewketan ji ber vê; xondekarî sparte destê lawê xwe Ebî El-Me'alî Şemsedîn û berê xwe da nivîsandina Şerejnameya gewre û bêhempa.

Li dora heft salan pirtûk, çavkanî li jêderên ku li ser kurd û rojhilatê bi zimanê farisî, erebî û tirkî nivîsîne geriya û kom kir. Dema dest bi nivîsandinê kir, temenê wî li dora 53 salan
bû. Sêzde salan nivîsandina vê dîrokê, pê re dirêj kir.

Şerefxanê Bedlîsî, Şerejnameya xwe bi hestekî neteweyî bilind nivîsandiye û xwestiye bi cîhanê bide naskirin ku miletek heye navê wî kurd e û welatê wî Kurdistan e, xwedî dîrok û mêjûyeke tijî bûyer, raperîn û lehengî ye. Dîrokeke bê radestî û serçiemandin e. Kole û reswayetî ji biyaniyan re nekirine. Lê belê mîrekên kurdan, xwe bi xwe jî li hev nekirine û rojekê ji rojan, yekîtî di navbera hev de ava nekirine.

Şerefname ew e pirtûka herî girîng, çavkanî û jêdera pêwist ji hemû mêjûzanên rojhilat û ji dîrokzanên Ewropayî re û bûye mijara nama û lêkolînên zanistî di pireya navendiyên rojhilatnasiyê de...

Dilawerê Zengî




Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar