PÊŞGOTIN
Demê hêja Diyar Doskî, ji min xwastî, ku ez pêşgotinekê ji dîwana stiranên S. Yûsif re binivîsim, dudilîyê ez girtim, ji alîyekî ve ez şad bûm ku navê min di gel helbestên Mîrê tenbûrê bê çapkirin, ji alîyê dî ve sam û tirsa wexera cîhaneka nû ez girtim, lê, li dawîyê min pê danî ser tirsê û gote xwe: Lawo herre û netirse, dîwan peyvên ji deng 'û tenbûrê rût kirîne... Helbestên wî li ser berperan nivistîne, evca hêdî - hêdî min xwe berda nav cîhana Mîrê tenbûrê û her gavek bi hezar rawestiyana min havêt, lê diser hindê ra qirrika min ew bê dengîya min divîya têk dida û digel kak Zekerîya bi hev re digot:
Oy Felek ji boyî çi Te ez hiştim ji hevala Emrê min çarde ye ez Xuya dikim mîna kala
Û pêra bîranîna kolîcê û guhdarî kirina kasêtên Mîrê tenbûrê vejîneve û digel aşopa min davkêş bûn û gotina biraderekî hate bîra min dema gotî: Erê hûn nabêjine min, em dê ezmûna serê salê bi Se'îd Yûsif kin yan bi noşdarîyê?
Eha îro jî ez bendewarê hunermendîya Mîrê tenbûrê me û demê ez dibînim, ev helbestên lîrîkî yên nazik, her ji dilê wî derketine, S. Yûsif hêj mezintir lê dihêt...
Derba li min xe Bera 'z birîndarê te bim Min bi êşîn Hema ku ez li cem te bim Ne şerme ez Bimirim ji derdê evînê Min bikuje Bera'z mirîyê bejna te bim
Hosa tenbûra melûl û xwejen ji heparê hunermendî vedirije nêv wujdana her kesî, û bi evînek nazik, bi sozek Kurdewarî dinya hemû evîndaran digire û ew sitema li dilên evîndar di hête kirin, dîlanek sofîyane di gerdûnîde peyda dike...
(Ez wê) Ji bîr nakim bi se'et û gav Di bûrî, li min nakî silav Sê sal ew qas hez kirin Tev hate ji bîr kirin Bi evînê em hatin nas kirin Ew evîn çû av û av
Ev evîna dilên mezine ku dijwartire ji her kesekî û xwe gorî kirineka berdewame di evînê, bi xwe de, ku gelek nêzîkî sofîyên rojhelatî ye, hindî dilber, evîndarê xwe bi êşîne, evîndar pitir xwe dihavêje deryaya evînê û xwe têde. di fetisîne û ta ku ebed dil dimîne warê wê evînê û kesek dî napejirîne...
Tu d'nava dil deyî Dil evîndar e, dil evîndar e Heya go tu heyî Ev dil ji bo te, xweş cî û war e
Lew evîndar dikeve ber zordarîya dinê; û dilber, gulek geş di dilê pîr û evîndar de dimîne...
û her bi tenê S. Yûsif, di bêje:
Ez pîr kirirm ew ma ciwan
Ev pîr bûna leşî û ciwan mana evînê (dilber) pêre digel gotina me ya selal (serî) tê.
S. Yûsif ji alîyek dî ve, wekû komeka evîndarîyê, cîhanek romantîk ava dike û dibe ser kêşê evîndaran... Xerîbîya ebedîya wî, evîna paqija ebedî ya wî, warek dî li dinyayê di afirîne:
Xerîbim ez kesî nas nakim Bê hevalim, bê dost û birak im Kesek tune ez li cem rûnim Kes nîne vî dilî pê şakim
Ev havî bûne ji dinyayê ber bi ava kirina yotopiya evîndaran (lê digel ji bîr nekirina rastîya jiyana rojhelatî...):
Bû êvar roj l'me çû ava Lawiko de'm herin malê Ba rabû l’me tê xunave Şêrina dilê m'delalê Wê bi gerin li me dê û bave Xwestî me j'bo kurê xalê Va ez herim bişyê silava Ne bêje kesî çûme balê
Herwesa Mîrê tenbûrê alîyê civakî û doza gelê Kurd ji bîr nekirîye.. Newroz pîroz kirîye, pesinên pêşmergan kirîne û jin û zarokên Kurdan jî bêbar nekirîne, ku tev de panoramayek jiyana me ya îro pêk diîne
Newroz cejna mey mezin e Hevalo werin dîlanê Evro cejna gelê min e L'her çar parçên Kurdistan Paşî gazî pêşmergeyan dike: Pêşmerge ne, pêşmerge ne Hûn şêrgelê gelê xwe ne Kurdistanê diparêzin Bi cerg û xebat û hêz in Em tev bi qurbanî we ne
Li dawîyê dibêjim xwezîya wê rojê ku, daxwaziya S. Sûsif bi cî hata û Ala rengîn me hildaba jor, hîngê da qedrê qelem û hunera bi sedan yên weka S. Yûsif bi hata zanîn.
Dr. Fadilê Emerî Duhok
Çend têbîniyên giring
Em ji xwendewaran û Mîrê tenbûrê lêborîn dixwazîn ku me hinek guhartinên biçûk di rênivîsara dîwana wî de kirîne, ev jî her ji bo baştir bê xwandin û Kurdên bi zarên dî di axivin tê bigehin..
1. Cînavê kesê duwem (tu) bi çar forman hatibû nivîsîn, me du hêlan (T'; Tu), herwesa tu= çu= hîç.
2. "Tu wê" bi formê (tê) hatibû nivîsîn, me kire (T'wê) ji bona rontir û aşkira tir be.
3. (Narê) û (Nanî), me kirin (na'rê) û (n'anî), ew jî bo diyar kirina binekoka wan ku na herê û ne anî ye.
4. Me dest ne da (go) , ku bi pirranî li şûna (ku) hatîye.
5. Pêvîyatîya helbestê hinek kurt kirin fer kirine, ji wan:
J'= ji MI, mi= min 'M= em 'Z= ez D'= di L'=li T'=tu |