La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Hawar, hejmar 1-26


Auteur :
Éditeur : Sebat & Tereqi Date & Lieu : 1935-01-01, Şam
Préface : Pages : 472
Traduction : ISBN :
Langue : Kurde, FrançaisFormat : 195x265 mm
Code FIKP : Liv. Ku. Lp. Kl. Ka. 208Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Hawar, hejmar 1-26

Versions

Hawar, n°1-26

Celadet Bedirxan

Çapxana Terekî

Hawar dengê zaninê ye. Zanîn xwe nasîn e, xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşîyê vediqe.

Her qesê qo xwe nas diqe; diqare xwe bide nas qirin.

Hawara me berî her tiştî heyîna zmanê me dê bide nas qirin. Lewma qo zman şerta heyînê a pêşîn e.

Hawar jû pêve bi her tiştê qo qurdanî û qurdîtî pê bendewar e, dê mijûl bibe. Tinê siyaset jê dûr e, xwe naêxe siyasetê.

Hawarê sîyaset ji civatên welatî re hiştiye. Bi siyasetê bila ew mijûl bibin  Em jî di warê zanîn, hiner û sinhetê de dê bixebitin.

.....



ARMANC, AWAYÊ XEBAT Û NIVÎSANDINA HAWARÊ
 
Hawar dengê zaninê ye. Zanîn xwe nasîn e, xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşîyê vediqe.

Her qesê qo xwe nas diqe; diqare xwe bide nas qirin.

Hawara me berî her tiştî heyîna zmanê me dê bide nas qirin. Lewma qo zman şerta heyînê a pêşîn e.

Hawar jû pêve bi her tiştê qo qurdanî û qurdîtî pê bendewar e, dê mijûl bibe. Tinê siyaset jê dûr e, xwe naêxe siyasetê.

Hawarê sîyaset ji civatên welatî re hiştiye. Bi siyasetê bila ew mijûl bibin  Em jî di warê zanîn, hiner û sinhetê de dê bixebitin.

Awayê xebatê - Qareqî qo biqare biçe serî, divêt jê re pronivîseq bêt çêqirin. Me pronîvîsa xwe ser bingehên jêrin lêqiriye.

1 - Belavqirina Elfabêya qurdî di nav qurdan û hînqirina wê. Senifandina zmanazîna qurdî û hin bi hin di qomelê de belav qirin û pêşdetir di şiqlê qitêbê de derêxistin.

2 - Sehitîya zarên qurdî û berhevd- anîna wan. Sehîti ser mirovatîya zmamê qurdî digel zmanên din ên arî . Sehîtî ser bingehên zmanê qurdî, ser dîroq û awayê rabûn û pêşveqetina wî

3 - Ber hevqirina çîroq, çîrçîroq û ber texlît laje û stranên qurdî û birêve belavqirina wan

4 - Senifadin û belavqirina dîwanên qurdî. Bi van ve jînenigarîyên şair û mirovên bijarte jî dê bên belav qirin
5 - Sehîtî ser reks û keydeyên stranên qurdî.

6 - Sehitî ser her texlît rêziqên qurdî û Qurdistanê, yên zemanê borî û yên îrû û senifadina wan. Sehîtî ser hatinên Kurdistanê û piş û sinhetên qurdî.

7 - Dîroq û erdnigarî:

Sehitî ser tevayîya dîroq û erdnigarîya welatê Qurdistanê û ser dîroqa eşîran, berî , paşî û di wextê Mir-Şeref de.

Awayê nivîsandinê - Di hekê zmanê me de heta niho geleq tişt hatine gotin. Li nav van gotinan de tiştinên rast û nerast jî hene.

Ez qo qurd û qurdmanczman im zmanê xwe rind dizanim û min ew bi heft heşt zmanên din danîye ber hev, qitqitên wî hûrhûnandine; keydeyên wî ji hev derêxistine, diqarim ji biyanîyan bêtir û kenctir dehqera wî bidim xuya qirin fi zanîn
Zmanê me îrû hem freh hem teng e.

Freh e: bi her tiştê qo qurd pê mijûl bûne, dest dane wan, di wî warî de zmanê qurdî hing zmanên din û ji hinan bêtir pêş ve çûye, û qemiliye, û ji tu zmanên qemelî bi şûn de ne maye.

Teng e: Herçî qo ji qurdan re nenas mane û qurd mijûl ne bune, di wî warî de zmanê me rawestiyaye, pêş ve ne çûye, di cihê xwe de maye

Lê zmanê me ji wan zmanan e qo ber her tiştê nuh, pirsên nuh dizên û birêve pirsên nuh ji wan çar dibin.

Herweqî Gelîyê-Goyan, berî çardeh salan, gava tiyare dîtin, tavil bizarê xwe balafir nav lê qirin. Ji lewre ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues