La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Şaîrên Klasîk ên Kurd


Auteur :
Éditeur : Jîna Nû Date & Lieu : 1998, Uppsala
Préface : Pages : 108
Traduction : MultimediaISBN : 91970927-89
Langue : KurdeFormat : 140x200 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 1123Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Şaîrên Klasîk ên Kurd

Şaîrên Klasîk ên Kurd

Ev kitêba destê we, ya nivîskar û dîroknas Mamosta Abdulreqîb Yûsuf e ku sala 1970'yî bi navê Dîwana Kirmancî li Iraqê hatiye çapkirin. Elî Şêr ji tîpên Erebî wergerandiye ser tîpên Latînî. Di dema wergerê de, Elî Şêr li ser esasê Kurmanciya Kurdistana Tirkiyê hin guhertin têde kirine. Zimanê nivîskar bi xwe uslûbek di navbera Soranî û Behdînî de ye.

Orjînalê kitêbê ji du beşan pêk tê. Beşê pêşîn şi'r in, di beşê duduyan de jî li ser jiyana wan şaîrên xwediyê şi'ran hatiye nivîsîn. Di dema çapa Latînî de me her du beş tevî hev kirin. Me şi'r piştî jiyana her şaîrekî bi cîh kirin. Piştî ku ev çapa destê we bi tîpên Latînî ye, me beşek ji pêşgotina nivîskar a ku li ser mesela tîpên Erebî radiweste jî ji pêşgotin derxist.

Navê orjînal ê kitêbê Dîwana Kirmancî ye. Lê me bi navê Şaîrên Klasîk ên Kurd çap kir.

Bi hêviya ku bi kêrî we were.


Pêşgotin

Sala 1961'an, di meha Kanûna Pêşî de, ji bo nivîsandina hinek ji dîroka Kurd û Kurdistanê ku çûn û hatina min li kitêbxana Mûsilê (Mekteb Methef el-Mûsil) hebû, seydayê min ê zana Seîd el-Dîweçî, di riya berpirsiyarên kitêbxanê re keş- kuleke bi destnivîs nîşanî min da. Ev keşkula han di sala 1181'è hicrî(1767'ê mîladî) de ji aliyê yekî nenas ve hatibû nivîsandin. Di nava keşkulê de wî kesî ji bo xwe gelek helbes tên Kurdî û Erebî nivîsîbûn. Her wekî ku gelek kes ji xwe re tiştên pirbiha kom dikin, wî mirovî ji 209 sal berî niha van tiştên giranbiha kom kiribûn.

Min hijdeh hunrawên(helbestên) Kurdî di nav wê keşkulê de dîtin ku yên heşt şairên Kurdên Kurmanc ên kevn ku 209 sal berî niha bûn.

Min ev helbest gelek bi qîmet zanî û ji ber vê ji min ew ji xwe re nivîsandin. Ev helbest ên van şairên han in:

Du helbestên Elî Herîrî, pêncên Melayê Bateyî, duduyên Feqiyê Teyran, duduyên Melayê Cizîrî yên ku di nav Dîwan'a wî  de nehatine çapkirin, sisiyên Mîna, yeka Macin, yeka Mensûr  Girgaşî, yeka Sadiq û yek jî ya Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran  bû.

Min sê helbestên dîtir jî peyda kirin ku yek ji wan a Bateyî  ye, ya ku destpêka wê ev e:
"Ji Çirya Paşiyê pê da Melayê Bateyî kanî"

Ya din a Bekir Begê Erzî ye. Ev her sê helbestên han Mele  Xelîlê kurê Mihemedê Bêdûhî, li bajarê Mûsilê ji min re gotine. Mele Xelîl pîremêrekî gelek bîrtûj e. Çarîna Xanî ya ku  bi çar zimanan e, biraderkî dîtir ji bo min hinard. Çaxê nêzîk bû ku ez vê dîwana han çap bikim, birêz Seydayê Şêx Memduh Muhsin Birîfkani, du helbestên Şêx Nûreddînê Birîfkanî ji min re hinardin. Her wiha, min du helbestên Şah Pirtew Hekarî (ev nav di hin kitêban de weha jî hatiye nivisîn: Pertew   Begê Mîrê Hekarî, Pertûyê Hekarî-nota Weşanxana Jîna Nû) jî ji kovara Dengî Gêtî Taze wergirtin.

Min qenc dît ku van helbestan di bin navê Dîwana Kurmancî de çap bikim. Çunkî ji vî navî baştir nav nehat bîra min. Ev Dîwana han ji 25 helbestan pêk hatiye, ku heta niha nehatine çap kirin, ger yên Perto Pirtew nebin. Ev honrawêm he gelek giranbiha ne. Lewra ku yên hin şairên Kurd ên kevn in,   wekî Elî Herîrî; ewê ku kevntirîn şairê Kurdê Kurmanc e, ku bi Kurdiya Kurmancî (şîweya Behdînanî) di çerxa 10 ê hicrî (16 ê mîladî) de helbest gotiye û nivîsandiye. Ev kes, hevçaxê Melayê Cizîrî bûye lê wisa derdikeve ku bi temenê xwe ji Mela mezintir bûye û pêşiya wî helbest nivîsandiye. Heta niha di nava tu kitêbekê de, çavên min bi tu helbestên Elî Herîrî neketine û her wiha min seh nekiriye ku li ba hinekan hebe. Ji ber vê, ev her du helbestên wî gelek pirbiha ne. Heta niha nehatiye zanîn ku şairekî din ê Kurd ku di pêşiya Elî Herîrî, Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran de heye. Û her wiha   nehatiye zanin ku şairekî din ê Kurd di pêşiya Herîrî û Mela de bi lehca Kurdiya Soranî helbest gotibe yan jî di çaxê wan de bi vê lehcê helbest hatibin gotin. Ji ber ku Dîwana Nalî,   yekem dîwan e bi lehca Soranî di çerxa 19 an de ji aliyê Mela Xidirê Nalî ve hatiye danîn. Yanî du çerx piştî Elî Herîrî, Cizîrî û dawiya derketina helbest û edebiyata Kurdiya Kurmanciya Bakur, yanî Behdînaniya niha. Eva han ji bo çi wiha ye, ji bo çi du çerx piştî Kurdiya Kurmancî, Kurdiya Soranî hatiye ser ruyê zemin?

Ez dibêjim, hoyên vê ev in ku derketina şefeqa mêjuwa Kurdistanê ya siyasî ya nû, çerxa 10 ê hicrî(16 ê mîladî) ku ji Şerê Çaldiranê destpê dike, ya di sala 920 ê hicrî (1514 ê miladî) de di navbera Sultan Selim û Şah Îsmaîlê Sefewî, yanî di navbera Tirk û Îraniyan de pêk hat. Eva han di Kurdistana Navîn de buye sebebê yekgirtina mîrîtiyên Kurdan ku di bin hukmê Tirkan de yanî di nav Dewleta Osmaniyên Tirk de bûne.

Dibe vê yekgirtina han, yan jî ya hê rastir yekîtiya federal di navbera fermanrewayên Kurdên Kurmanc de û derketina tarîxa Kurdistanê ya nû tesîr kiribe li ser zanayên Kurdan û li ser bîr û baweriyên wan, wekî bîr û baweriyeka netewî ya kevn bi şiklekî nûpeydabûyî(nûrûdayî-bîdaî) lê ne bi vê maneya nû. Înca zanayên Kurd, bi zimanê Kurdî; lehca Kurmancî   helbest danîn û nivîsin, wekî Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û heta gihîşte Ehmedê Xanî û Melayê Bateyî...

Lêbelê ciyê Mukriyan, Sine û Şarezor weha nebû. Çimkî bêhtir di bin destê Îraniyan de bûn û di nava wan de yekîtî nebû. Dibêjin ku berî Kurdiya lehca Soranî bi Kurdiya lehca Hewremanî helbest hatiye nivîsandin, lê tiştekî wiha heta niha bi dest neketiye. Di çaxê Herîrî û Cizîrî de, di navbera   Osmaniyan û Îraniyan de gelek şer li ser axa Kurdistanê qewimîne. Gelek caran ji Hekariyê heta Wanê û heta Diyarbkirê gelek bajar û gundên Kurdistanê wêran bûne, bi texlîtê   kevn ruhê Kurdayetiyê hebûye û Mîr Şerefxanê Bedlîsî yê ku   Şerefname di sala 1005'ê hicrî de nivîsiye, ji bo yekîtiya Kurdan, di nav mîrên Kurdistanê de geriyaye. Armanca wî ew bûye ku yekîtiyek federal dabimezrîne ku paytextê wê Cizîra Botan be. Di Tarîxa Kurd û Kurdistan di rûpela 202'yan de ji aliyê Emîn Zekî de ev yeka han di derheqê Şerefnamê de tê gotin.

Di vê Dîwana Kurmancî de, min tarîxa jiyana Elî Herîrî,   Teyran û Bateyî nivîsandiye. Ez bawerim ku hinek tiştên nû di derbarê jiyana wan de hatiye nivîsandin.Xasima di derbarê jiyana Elî Herîrî û ya Teyran de, ku heta niha gelek zêde tişt nehatine nivîsandin, min nivîsandiye. Her wiha gelek kêm jî be, di derbarê Bateyî û yên dîtir de jî hinek agandarî min pêşkêş kirine.

Belê di derbarê Mîna, Macin û Sadiq de zanebûneka min a wisa fireh tuneye. Tenê em dizanin ku evên han 209 sal berî niha bûne. Hêviya min ew e ku di duwarojên bên de, binek helbestên wan ên din bi dest kevin û jiyana wan çaktir bê ronîkirin.

Her wiha jiyana Mensûr, Bekir Beg û ya Şah Pirtew jî baş   nayê zanîn.
(............)

Ewê hêjayî gotinê ye, hindek ûşeyên(kelîmên) xelet di nêv   van şiiran de hene.Min ne dişiya rast bikim, çunke min ev hunrawane bi nivîsîneka rastir nedît. Ji bo vê hindek rêzik ne rewan in. Belkû di duwaroj da ev hunrawên han bi nivîsîneka   rastir bêne dîtin.

Û her wisa ev helbestane yên van şairan e, ji ber ku yek dudu ne tê de, di dawiya van helbestan de navê şairên wan derbas dibin. Yên bê nav in, ew jî ji ber kêmaniya wan e, yanî ne temam in.

Hêviya min ew e, ku ev kitêba han bibe palpişt ji bo wan kes û zanayên ku li ser komkirin û belavkirina berhemên şairên kevn ên Kurdî dixebitin.

6/7/1970
Ebdulreqîb Yûsuf




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues