The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Mizgînî Peymana Nû (Încîl)


Authors : | | |
Editor : Kitabı Mukaddes Date & Place : 2000-01-01, Moskva
Preface : Pages : 817
Traduction : ISBN : 91-89122-42-9
Language : KurdishFormat : 148x210 mm
FIKP's Code : Liv. Ku.Theme : Religion

Presentation
Table of Contents Introduction Identity PDF
Mizgînî Peymana Nû (Încîl)

Versions

MIZGÎNÎ

PEYMANA NÛ
(ÎNCÎL)

Înstîtûta Welger'andina K'itêba Pîroz r'azîbûna xwe dide wan welger' û serr'astkirêd vê K'itêba Pîroz, usa jî ewêd mayîne ku li gora karîna xwe alîk'arî dane bona hazirkirina vê k'itêba Mizgînîya Îsa Mesîh, awa gotî Peymana Nû bi zimanê k'urdî zaravê kurmancî. Em pir' şa ne, ku çend nivîsk'arêd k'urde ji çend welata jî xwe li welger'andina (t'ercimekirina)Peymana Nû girtine. Ev jî vî h'alê giranda gaveke pêşdaçûyîna zimanê milet e, usa jî xweykirina zimên e. Em bi dilekî şa vê K'itêba Pîroz, Peymana Nû p'êşk'êşî xwendevanêd hêja dikin....


Pêşgotina Înstîtûtê

Înstîtûta Welger'andina K'itêba Pîroz r'azîbûna xwe dide wan welger' û serr'astkirêd vê K'itêba Pîroz, usa jî ewêd mayîne ku li gora karîna xwe alîk'arî dane bona hazirkirina vê k'itêba Mizgînîya Îsa Mesîh, awa gotî Peymana Nû bi zimanê k'urdî zaravê kurmancî. Em pir' şa ne, ku çend nivîsk'arêd k'urde ji çend welata jî xwe li welger'andina (t'ercimekirina)

Peymana Nû girtine. Ev jî vî h'alê giranda gaveke pêşdaçûyîna zimanê milet e, usa jî xweykirina zimên e. Em bi dilekî şa vê K'itêba Pîroz, Peymana Nû p'êşk'êşî xwendevanêd hêja dikin.

Welger'andina Peymana Nû bi zimanê k'urdî Nêzîkî du h'ezar sal pêşda, Peymana Nû bi zimanê yûnanîya kevin hatîye nivîsarê. Ji hingêva h'eta niha ew bi gelek zimanêd dinyayê hatîye welger'andinê. Dinyayêda îro nêzîkî şeş h'ezar h'eysid ziman hene. T'emamîya Peymana Nû niha nêzîkî h'ezar dusid zimanî hatîye welger'andinê. Gelek ji wan miletêd ku bi van zimana xeber didin û Peymana Nû bi zimanê wan welger'andî heye, h'esabê wan gelekî ji h'esabê miletê K'urd hindiktir e.

Eva k'itêba li gora zarav û r'êzimanîya kurmancîya welatêd Kafkazêda (wextekê Sovêtêda) hatîye nivîsarê. Sala 1827-a çend p'arêd K'itêba Pîroz bi kurmancîya Hek'arîyê hatine welger'andinê. Sala 1856 û sala 1857-da pêşîyê Mizgînîya li gora Metta û paşê her çar Mizgînî bi kurmancîya Xarp'ûtê (nêzîkî Elazigê) bi h'erfêd ermenî Stembolêda hatine neşirkirinê. Sala 1872-a t'evayîya Peymana Nû dîsa xût wî zaravîda hatîye neşirkirinê. Ji sala 1900-î h'eta niha çend p'arêd ji Peymana Nû, usa jî t'emamîya Peymana Nû bi çend zaravêd k'urdî hatine neşirkirinê (mesele,
kurmancîya T'irkyayê, be'dînî, k'ermanşahî, mûkrî, soranî).

Van axirîyada jî çend k'itêbêd welger'andina îroyîn ji alîyê Înstîtûta Welger'andina K'itêba Pîrozva bi kurmancîya welatêd Kafkazêda r'onayî dîtine: Sala 1993-a k'itêba Mizgînîya Metta derk'etîye û 1996-a jî k'itêba Mizgînîya Lûqa û K'arêd Þandîya.




Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals