La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Çend rûpel ji dîroka gelê kurd


Auteur :
Éditeur : Apec-Tryck Date & Lieu : 1991, Spånga
Préface : Pages : 274
Traduction : MultimediaISBN : 91-87730-11-1
Langue : KurdeFormat : 140x200 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 2616 Thème : Histoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Çend rûpel ji dîroka gelê kurd

Çend rûpel ji dîroka gelê kurd 

Ev kitêba destê we ya dîroknasê hêja Mamoste Dr. Kemal Mezher Ehmed e ku orîjînalê wê bi Zarava Soranî (Kurmancîya Xwarê) bi navê "Çend Lapereyek Le Mêjûwê Gelê Kurd" (beşê yekem) di sala 1985'an de li Iraqê hatîye çapkirin. Di wergerandinê de hin metnên wergerê yên ku ji rojname û kovarên Kurdî (her wekî rojnama Kurdistan) hatine stendin ji bo wergerandinek hîn tekûztir çêbe, karê dana wan ber orîjînalan ji aliyê Mamoste Malmîsanij de hatîye kirin. Em li vir sipasê xwe jê re dikin.

Kitêb ji şanzdeh gotarên Dr. Kemal Mezher ên di cuda cuda deman de hatine nivîsandin pêk té. Her yek ji van gotaran bi serê xwe quncikek dîroka gelê me yên di tarîtîyê de mayîn didin ronîkirin. Bi kurtî mirov dikare bêje her yek ji van gotaran ji me re wek kitêbek in.

Bêguman afirandinên Dr. Kemal Mezher ne ev tenê ye. Bi dehan gotar il kitêbên wî yên gelek hêja yên di warê lêkolîna dîroka Kurdistanê de hene. Lê gelek mixabin ji ber bikaranîn alfabek aida, heta îro, nemaze xwendevanên Kurdistana bakur nekarîne îstîfade ji van afirandinên hêja bikin.
 
Ji ber vê em dibêjin ku gava xwendevan vê kitêba destê xwe de bixwîne biqedîne em bawer dikin wê ew jî bigihîje wê qeneetê ku bi çapkirin Kurmancîya wê, me çawa kareki di cih de kirîye. Ger xwendevarên hêja beşdarîya vê nêrîna me bike em xwe bextîyar dihesibînin.


PÊŞGOTIN

"Çend Rûpel Ji Dîroka Gelê Kurd", ji beşek .wan gotarên min ên di derbarên cuda ya dîroka Kurd ên di çapemenîyên Kurdî de min weşandî, pêkhatine.

Gotarên wisa tê de henin ku temenê wan digihîjin çarîk sedsalek, li gora bawerîya min hemû jî hêjan e. Ji ber vê yekê mîn pêwist zanî wan berhev bikim û carek din ji nû de pêşkêşê xwendevaran -bikim û bi vî awayî jî ji fewtandinê rizgar bikim.

Di hinek cîyên gelek pêwîstî nebe, min dest neda naverok û rênivîsa gotaran, di gelek hêlan de weşandina bi vî awayî baştir e. Lê min bi naçarî hinek cîyan jê derxist yan hinek guherand!.. Evên han jî tenê di hêla şiklê nivîsandina mijaran de guherandin kir.

Ez hêvîdar im bi vê berhemê bikarim xizmetek pêşkêşî xwendevarên Kurd ên xoşewîst bikim. Eva demek bû jî min dixwest gotarek di derbarê Kerîmê Heleke yê Wezîrê Darayî ya Şêx Mehmud û cîyê dîyar a vê binemala serbilind binivîsim, lê carek bila ev dîyarîya min a han di cîyê wê de be. Bereketa Xwedê navê be, di saya Xwedê de şûnewarê Kerîmê Heleke winda nebû... Tu bêjî yek ji wan Kurdan heye ku Mamoste Mesîh İskender binase û bi dilek xweş rêzê jê re negre. Qet dûr nîne ger Mesîhê mezin zindî be, dê destê xwe yê pîroz bi serê wî de bîne û je re bêje:

"Ez bextewar im mirovek wek te hilgirê navê min e!" 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues