La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ronahî, n°1-9


Auteur :
Éditeur : Sebat & Tereqi Date & Lieu : 1942-01-01, Şam
Préface : Pages : 226
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 200x275 mm
Code FIKP : Lp. Ku. Gen. 364Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Ronahî, n°1-9

Versions

Ronahî, n°1-9

Celadet Bedirxan

Çapxana Sebatê

Supplément illustré de la revue kurde Hawar

Ronahî, hejmar 1

Balafirên ingilîzî di peravên Norvêjê de bi ser vaporên dijmin de girtine û ew dane ber bimbeyên xwe, Balafiran hingafte vaporekê û ew bin av dibe.

 


Elîsabêt

Xudantaca Ingilîstanê

Qraliçe Elîsabêt li rex mêrê xwe ê xudantac û digel miletê xwe ê dilqewîn ji bo zefer û serdestiya welat û kişwerê xwe bi her awayî û li her derê dixebite. Elîzabêt her çi civatên arîkariyê  ji bo şerevaniyên ingilîzî hene tê de ye û bi lebatên wan civatan re bi kar û wezîfa xwe a milî mîna yeke ji xelkê radibe. Dikeve destegahên ko tê de gore û kirasên hirî çedikin; radihêje singikan, hiriyê dirêse û ev dayika dilovan ji kurên xwe ên esker re goran çedike.

Di resmê jorîn de xudantaca Ingilîstanê, li Londrê, li ber deriyê xestexaneke frensizên aza tête dilln. Elisabêt ev xestexane. digel serkanê Frensa aza û fermandarê hinerwer, general De Gol ziyaret kiriye. Qralîçe piştî ziyaretê, li ber, derî sekiniye û bi general De Gol re dipeyive.

Balafirvan

Di şerê Lîbyayê de piştî ko eleman di dora Xezalê de sekinîne şerê balafiran xurt bûye Her du alî bi balafiran li wargehên hev didin. Balafirvanên ko di resmê jorîn de têne ditin bi ken li balafrên
dijmin dinihêrin. Balafrên dijmin bi ser wan de tên û dikin li wargehê wan bidin. Piştî kêlîkê balafrvanên ingilîzî û elemanî di ezmanan de ewê li hev xin.

......




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues