La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Belqitî


Auteur : Multimedia
Éditeur : Komal Date & Lieu : 2004, İstanbul
Préface : Pages : 225
Traduction : ISBN : 975-7102-09-1
Langue : KurdeFormat : 130x190 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 3155Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Belqitî

Belqitî

"Nesa Qancîl, di nava milên wî de buye pepûk, evadaleke bini. Êdî ferqa wê û koteleke ser guliya dare tune. Tu çirpikek lê dî, ya de bikeve, yan jî bifire. Ew jî ketibû. Di bini de bubû pincikek. Nikarî xwe bilebitîne. Hindik mabû zalimê Keko bîn lê biçkîne. Open wê kiribûn atqî û avêtibûn dora stuyê wê. Bi zorê bîn dide û distîne.

Simbêlboç: 'Ez jî dengê kûzekûza dêlê, ji xew şiyar brim. Ez çûm, min di sibaka nava me de nêrî. Dele lembe qaso kern kiribû. Keko kemalî li kîlerê avêtibû sing. Demança şeşderb tazî di ber balîfê de danîbû. Ji min ve xuyabû. Esoyê me xewar e, bênamûs gava di xew de diçe, êdî werin Qancîlê ji nava nivînan bibin ji pê nahese.'


Pêşgotin

Ziman û wêje hebûna bingehî ÿa paşeroj û pêşeroja neteweyekê ye. Eger ev bêne ji bir kirin, hebûna netewê bixwe jî dikeve nav metirsîyê. Di serda jî, eger neteweyek wek netewa Kurd bindest û dagirkirî be, girîngiya ziman û wêjeyê hêj jî girîngtir dibe.

Ji ber vê hindê, KOMAL, di destpêka karê xwe ve û heta roja îro, xebata ronahîkirin û pêşxistina hest û nirxên netewa Kurd û bi taybetî ji ziman, wêje û dîroka wê, ji xwe re xistiye armancek serekî.

Li ser ve bingehê, KOMAL, xebata xwe, bi proja "Kampanya ya Pirtûkên Kurdî" berdewam dike.

"Kampanya ya Pirtûkên Kurdî" dê xizmeta xurtkirina wê zanyariyê bike, ku; netewa Kurd hêja ye, welatê Kurd pîroz e û zimanê Kurd xweşawaza mirovayetiya kevnar e li Rojhilata Navîn.

Kampanya ji hinek rizdeyan pek hatiye, ku yek ji wan "Rizdeya Roman" e û berhema yekan ji vê rizdeyê, bi romaneke zarzelal û zimanxweş, bi navê "Belqitî” derdikeve pêşiya xwendevanên Kurd.

Romana "Belqitî” ji aliyê nivîskar Xûrşîd Mîrzengî ve hatiye nivîsandina Mîrzengî bi romanên xwe yên; Rustemê Zal, Sînor û Bircên Evine tê nasîn. Babet û bingeha romane', bajarê Amed e û jiyana vî bajarê serdilê gelê Kurd, di kesayetiya "Belqitî" yekî, ku nayê destgir kirin de, hatiye şopandin û hûnandin.

Em bawer in, ku han ê ve romanê bi yek bêhnê bixwînin û kuta bikin.

KOMAL




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues