DERMANÊN BIRÎNA REŞ Û MUSA ANTER
"Birîna Reş", piyesa Musa Anter di sala 1965'an de weşiya: Di rû pela duwemîn ya kitêbê de nivîskar dibêje:" Min ev pirtûk sala"1965, li Stenbolê li Harbiyê , di hucra 38'an de wextê ku ez girtîbûm nivîsîbû.." Em wan salan bînin bira xwe; serhildanên Kurdan (1925, 28, 30, 36, 38, 41, 42...) bi xwîn hatibûn şikestin. Gelê Kurd car bi car qetî bûbû. Mij û dûman şewatê ji welêt radibû.Tirs, xof û sawê kirasê xwe rakişandibû ser Welêt. Bi sedan bi hezaran bîrewer, rênas û ronakbîrên Kurd hatibûn kuştin, ji welêt hatibûn bidûrxistia û dengê wan hatibû birîn. Zimanê Kurdî û her tiştê ku têkiliya wî bi Kurdî û Kurdîtiyê hebû hatibû qedexekirin. Gelê Kurd şîna xwe girêdabû. Welatê xirbe û kavil digiriya. Neçarî, belengazî û bêgaviyê nefes li însanên Kurd eikandibre. Di rewşeke wiha kambax de, gotina "ez Kurd im" bi serê xwe gaveke mezin bû... Musa Anter Birîna Reş di rewşeke wika kambax de û di ser de jî li zîndanên eskerî, nivîsî. Hêjahî û qîmeta berhem û eseran li gor dewr û deman e. Di hin deman de nivîsîna peyvekê an gotinekê bi serê xwe şoreş e, bi rûmettirîn tişt e. Di hin deman de jî bi cildan kitêb nivîsîn ne tu tişt e. Tiştê ku berhema Musa Amer Birîna Reş dike nemir û hêjahiyeke giran buha didiyê, ew dewr û dem e. Di wê dewr û dema kambax de ku kesî newêribû gotina "Kurd" bi lêv kira, ku kesî newêribû rêzekê bi Kurdî binivîsa hingê Musa Anter piyeseke (şano) hêja bi zimanê Kurdî nivîsî. Eger ez ne şaş bim, Birîna Reş kitêba yekemîn bû ku piştî damezrandina Komara Tirkiye, 1923, bi zimanê Kurdî dihat nivîsîn û weşandin. Carna şiîrne û rêzine bi Kurdî li derna diweşiyan lê mîna kitêb, Birîna Reş bû ku bi zimanê. Kurdî rottahî didît e cihi xwe yi bi ramet di tarbca péşveçana ziman û edebiyata Kurdî de werdigirt. Em ji tarîxa tevgerên çandî û ronakbîrî yên neteweyan dizanin ku ronakbîr û pêşewa ew kes e ku gavên nû davêje, rê vedike û rê nîşan dide. Gava rê vebû û li ber meriva diyar bû, kesên ku xwe bidin ser rê, pirr in. Lê hêjatirîn gav û kirin ew tişt e ku meriv rê veke. Digel her celeb dijwarî û kêmaniyê,meriv bikaribe afirîn, berhem û eserên nû û pêwist bîne pê... Birîna Reş û nivîskarê wê Musa Anter mîsalên vê yekê ne. Musa Anter di kurte pêşgotina xwe de dibêje:"Li rojhilatê (Kurdistanê M.U.) birênên reş pirr in. Wek bîrova çavan, êsa zirav, kotîbûn û ya ji wan gişa dijwartir û diya wan, jarîtî û nezanî...." Piyesa Musa Anter dermanê birînên reş e Jarîtî û nezanî jahreke bêeman e ku dikeve can, ruh û bedenên gel û neteweyan û wan dike dîl, wan ji hev dixîne û wan dike şerpeze û peregendeyên ber deriyên serdest û zordaran. Dermanê jarîtî û nezaniyê ronahiya perwerî, medeniyet, xwendin û nivîsîn e. Nivîskar piyesa xwe li ser vê daxwaz û armancê ava kiriye. Ew bi zimanê xwe yê xweşik nezanî, paşdemayîn û belengaziya civaka Kurd salix dide. Gundê Zoravê, mala Zîno û Biro nimûneyên rebeniya civaka Kurd in. Lê li milê din lawê wan Bedo ku qehremanê piyesê ye, ronahi ye.Ew hêviya pêşeroja civaka Kurd e. Ew nimûneyê penverî, xwendin û pêşveçûnê ye. Ew dibe doktor (bijîşk) û birînên însanên Kurd desman dike. Ew dibe dermanê birînên reş... Gava min Musa Anter cara pêşîn li Girtîgeha Eskerî ya Diyarbekrê dît, 1971, hingê gunehê min pê hat. Ez xortekî 18 salî, ew ape kî 55-56 salî bû. Porê wî spî bû, ew li ser riya kalbûnê bû. Lê piştî min ew ji nêzîk ve nasî, min fêm kir ku ez şaş im. Musa Anter ne ew meriv bû ku meriv gunehê xwe pê bianiya. Berevajiyê wê, bawerî dida merivan. Wî bi gotin, lebat û tevgera xwe bawerî û germahî direşand ser girtîgehê. Wî girtîgeh, warê bîhntengî û gumanan, kiribû warê kêf û henekan. Girtîgeh jê re bûbû seyrangeh. Gundiyên bîhnteng û bi şik û bi guman, xwe dispartin wî û derd û keser û gumanên xwe bi gotin, henek û şîretên wî derman dikirin. Nivîskarê Birîna Reş li girtîgehê jî li ser riya armanc û mebesta piyesa xwe bû. Birîna Reş xwediyê cihekî pîroz e. Daxwaz, armanc û mebesta wê pîroz e. Loma ew divê ji bîr nebe û car bi car ji nû ve bê weşandin û belavkirin.
Mehmed Uzun
BIRÎNA REŞ VE MUSA ANTER Musa Anter'in Pirîna Reş (Kara Yara) oyunu 1965 yılında yayımlandı.Kitabın ikinci sayfasında yazar: şöyle diyor: "Bu eseri 1959'da İstanbul Harbiyesinde 38 nolu hücrede tutuklu iken yazdım.” Eserin yazıldığı yılları bir hatırlayaltım; o yıllarda tüm Kürt direnişleri (1925, 28, 30, 36, 38, 41, 42...) bastırılmış, Kürtler sonu gelmez bir baskının cenderesine, sıkıştırılmıştı. Kürtlerin yaşadığu topraklaran dinmeyen bir yangının dumanları yükseliyordu. Korku, güvensizik, tediginlik her yere herşeye egemen hale gelmişti. Yüzlerce, binlerce Kürt aydını, şahsiyeti öldürülmüş, ülkeden uzak- laştırılmış ya da sindirilmişti. Kürt dili ve Kürt diliyle ilişkisi olan herşey yasaklanmışt. Kederli Kürtler sonu gelmez bir yasa boğulmuştu. Harabe haline getirilmiş ülke ağlıyor, fukaralık ve çaresizlik Kürt insanını boğuyordu. Böylesine zor şartlarda, "Ben Kürdüm" demek bile başlı. başına bir olaydı.Musa Anter oyununu bu çok zor şartlarda yazdı, üstelik askeri zindanlarda. Edebi eserlerin anlam ve önemleri yazıldıkları dönemin özellikleriyle çok bağlantılıdır. Kimi dönemlerde bir sözcük, bir cümle bile yazabilmek neredeyse bir devrimdir; en onurlu iştir.Kimi dönemlerde ise ciltler dolusu eser pek önemli olmayabiliyor . Musa Anter'in Birîna Reş isimli eserini çok önemli ve ölümsüz yapan, yazıldığı dönemin özellikleridir. Kimsenin "Ben Kürdüm" diyemediği, Kürtçe bir cümle bile yazamadığı o çok hötü dönemde Anter güzel ve anlamlı bir piyesi Kürtçe yazdı. Yanılmıyorsam Birîna Reş, Cumhuriyet'in kurulmasından (1923) sonra Türkiye'de yayımlanan ilk Kürtçe eserdir. Kimi zamanlar Kimi şiir dizelerinin, destan parçalarının yer yer yayımlandığını biliyoruz. Ama Birîna Reş kitap olarak Kürtçe yazilıp yayımlanan ilk eserdir. Bu özelliğiyle eser Kürt dili ve edebiyatı tarihinde önemli bir yere sahiptir. Öteki ulusların entellektüel ve kültürel deneylerinden biliyoruz; aydın insan yeni adımlar atan, yol açan, yol gösteren insandır. Yeni yollar açıldığnda yolun nasıl katedileceğiyle ilgili bilgi oluştuğunda o yollarda yürüyecekler hep fazla olur. Ancak en önemlisi kuşkusuz, yolu açabilmektir, Tüm .olumsuzluklara, zorluklara rağmen gerekli zorunlu ve kaliteli eserler yaratabilmektir Musa Anter ve eseri bu zorlu ama bir o kadar da onurlu işin en iyi örneğidir. Anter kısa önsözünde şöyle diyor; "Doğu'da Kara Yaralar çoktur Örneğin trahoma, verem, cüzam ve bütün bu hastalıkların anası olan fakirlik ve cehalet gibi..." Anter'in oyunu tüm bu "kara yaraların" ilacı gibidir. Ükeler, halklar için en amansız kara yara elbette fakirlik ve cehalettir. Onları devamlı kemiren, tutsak haline getiren, gelişmelerini önleyen bu yaradır. Fakirlik ve cehaletin ilacı ise uygarlığın, eğitimin ohuma ve yazmanın, devamlı ışıldayan aydınlığıdır. Anter, oyununu aydınlığı hedefleyerek kurmuş. Güzel ve akıcı bir dille Kürt toplumundaki fukaralık ve cehaleti tasvir ediyor. Zorava köyü, Zino ve Biro'nun yaşamı, ailevi ilişkileri Kürt toplumundaki biçareliğin örnekleridir. Öte yandan Zino ve Biro'nun oğlu Bedo yazarın amaçladığı.aydınlığı simgelemektedir. Oyunun ana karakteri olan Bedo, Kürtlerin geleceğe ilişkin umududur. Bedo okuyarak doktor oluyor ve Kürt insanının yaralarını sağaltmaya başlıyor. Tüm "Kara Yaraların" ilacı haline geliyok. Musa Anter'i ilk kez 1971'de Diyarbakır askeri cezaevinde gördüm. Anter'in o zaman bende bıraktığı ilk duygu şuydu; üzüntü. Ona ve durumuna üzülmüştüm... O zamanlar ben 18 yaşlarında bir genç, o 55 yaşlarında bir "apo" yani amcaydı. Saçları çoktan ağarmıştı, gençliğini, orta yaş yıllarını geride bırakıp yaşlılığa doğru yol alıyordu. Onu daha yakından tanımaya başladığımda tümüyle yanıldığımı anladım. Anter, kesinlikle insanın üzülmesi gereken birisi değildi. Tersine o insana umut ve direnç aşılıyordu. Sözleri, hareketleri ve yaptıklarıyla tüm cezaevine bir umut, bir güven, bir sıcaklık veriyordu. Korku, kuşku ve tedirginliğin mekanı olan cezaevini neredeyse bir panayır yerine çevirmişti. Cezaevi, onun için, bir eğitim öğretim, eğlence ve keyif mekanı olmuştu. Üzgün, tedirgin tutuklular Anter'in yanına gidiyor, onun şakaları, öğütleri bitmez tükenmez öyküleri ve gûzel belagatıyla cezaevinin kasvetini üzerlerinden atıyorlardı. Birîna Reş yazarı cezaevinde de oyununda anlattığı amaçların, hedeflerin peşindeydi. Birîna Reş, Kürt edebiyat tarihinde onurlu bir yere sahiptir. Oyunun gerisindeki çaba, amaç ve arzu önemlidir Kûrtlerin bunlari bilmesinde büyük yarar vardır. Bu nedenle Musa Anter kesinlikle unutulmamalı, kitaplarının devamlı yeni baskıları yapılarak okuyucuya sunulmalıdır.
Mehmed Uzun |