JI RÛPÊLÊN JÎYANA FÊRÎKÊ ÛSIV (1934 –1997)
1. PÊŞIYÊD FÊRÎK Pêşîyêd Fêrîkê Ûsiv ji qeza Qersêne, ji gundê Emançaîrê. Bavê wî-Ûsivê Îvoyê Hemo, ji êla sîpka, bereka wutîya bû. Şeş zarê Îvoyê Hemo û Zeyneva jina wî hebûne-Hesen, Zozan, Çîlê, Xezal, Kidê, Usiv. Ewana pey şerê hemdinyayêyî pêşinra mihacir dibin. Nava ser û dewada, xelayî-celaêda ji maleke mezin çar nefer zêndî dimînin Hesen, Kidê, Ûsiv û Xezal. Xezal Romêda dimîne. Wexta koçerbûnê rêva mêrê wê Koroxlî dikujin, û Hesenîkê Cemaldîn Xezalê çawa jina xwe lê xwey derdikeve. Bo xatirê dya xwe bi pirs-pirsyara nuxurîê Xezalê-Riza, sala 1980-î ji Romê hate Ermenîstanê... hate dîtina xatî û xalêd xwe. Ewî gilî kir-çawa dya wî hertim destê wî digirt, û ew dihatine ber avê-wî alî sînor, û ewê dikire gazi, ji sînorçîya pirsa xûskbrê xwe dikir. Paşwextîyê Fêrîkê Ûsivê sayîr derheqa hatina kurmeta xwe Rizada poêma xwe "Rizaê kurmet" nivîsî. Rza çawa hate Yêrêvanê, sibetirê tevî Gula jina xwe çû Pampê. Wir Riza çû pala çîyayê bilind "ser mezelê xal û xatî" û... Çenge xwelîya mezelê xal Û mezelê Kida xatî Dike nava dezmala al Bi tiberkî, bi tulizmatî, Wekî bive-here wira, Bireşîne bi şîn-şayî, Ser mezelê xûska waneAx û keser dilda mayî... Em vegerine ser sê neferê mayîn-Hesen, Ûsiv û Kidê. Ewana tevî qewm-pismamêd xwe ewil li Tiflîsê star divin, paşê têne Ermenîstanê, gundê Pampa kurda. Ûsivê Îvo li Emançaîrê panzdeh salîêda Misqalê distîne. Du kurê wan bûne-Pasa, Teyo. Misqal û Pasa revêda dimirin. Jina Hesenê Îvoye pêşin Cewê bûye. Pey mirina wêra Hesen Hacê distîne.
Fêrîk glî dikir, digo: "Pampêda dilê bavê min dikeve Porsopê. Lê Porsor bona Biroê qaçax nîşankirî bûye. Hesenê ap hewza xwe dike, brê xwera divê: -Dest ji wê bikşîne... Wî çaxî Cemeda Emerê bi hatibûye Pampê, mala bavê xwe. Rojekê Ûsivê bavê min tevî kurapê xwe-Cerkezê Nado, diçine mehela mixayîla. Dya min, Cemeda Emer, ku tê ber wanara derbaz dibe, çev bedewya Ûsiv dikeve, xwe şaş dike, dişqite, dikeve erdê.. Cerkezê Nado ha-hanga divê: -Aha eva qurbana kurapê min bû... Dya min jî yeke sufet qemer, bejn bilind bûye... Dilê bavê min xarîc dibe ser dya min, û Ûsivê Îvo cara duda dizewice, apê min Cemedê Ûsivra dixweze". Pey zewacêra Ûsiv û Hesen dîsa diçine Tiflîsê. Dixebitin salekêduda, vedigerin têne Pampê, dikevine tamekî kevn. Lê zûtirekê bi gaerebê Ûsivê Emer-brê Cemedê, kevir, dar-bara tînîn û xwera tam çêdikin, gundê Pampa Kurdada(Sîpana niha) dihêwirin, dibine malavayî. A li Pampê sala 1934-a 2-ê meha mijdarê (noyabirê) Ûsivê Îvo û Cemeda Emerra ewledekî kurîn jî dibe. Navê wî datînin Fêrîk. |