La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Çîroka Newrozê


Auteurs : |
Éditeur : Apec-Tryck Date & Lieu : 1990-01-01, Uppsala
Préface : Pages : 42
Traduction : ISBN : 91-630-0295-7
Langue : KurdeFormat : 165x240 mm
Code FIKP : Jeu. Kur. 53Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Çîroka Newrozê

Çîroka Newrozê

Me ev çîrok ji warê mezinan anî warê biçûkan.
Digel kêmasîyan cara pêşîn e ku çîroka Newrozê bo zarokan
digel kitêbê di kasetê de bi muzîk û effêkt têt amadekirin.
Em hêvîdar in zarokên me pê kêfxweş bin û bi dile wan be.

Her weha li vê derê em sipasî niviskaren
kurd M. Baksi û M. Lewendî dikin ku di amadekirina vê
kitêbê de alîkarîya me kirin.

Şivan Perwer


Çîroka Newrozê

Hebû tinebû, welatek hebû, navê wî Medya bû. Medya welatekî bi dar û ber, bi gul û rihan bû, çemên wî fireh, çiyayên wî bilind, welatekî azad bû. Roja wî xweş, gelê wî rûgeş û serbilind bû.

Medya me pirr şîrîn e
Tev de mêrg û kanî ne
Ciyê dapîr û kalan
Her tim ji bo me evîn e.

Belê....Gelê vî welatî dapîr û bavpîrên me kurda bûn.

Lê, dilxweşî û kêfxweşîya vî welatî pirr neajot. Ewrên reş û tarî bi ezmanê vî welatî ket. Kêf û evîn bû girî û şîn. Gul û rihan çilmisîn. Edî roja Medya ji ber çiyan melûl melûl û bi dilşewat hildihat. Ma gelo çi bûbû ?




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues