La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dîwana Reş - I


Auteur :
Éditeur : Kurdistan Date & Lieu : 1990, Osnab
Préface : Pages : 201
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 140x210 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 1759 Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Dîwana Reş - I

Dîwana Reş - I

AXINA MIN KURDISTAN

Ax tijêye
Xwûn, dibarê, tirs û xofa li varan
Çiyan û zinar deng dane hev dinalin
Şeye reşe hirç û havan di kalin

Pûk, baran, berf serma û bayê kur
Li min dibû gêjgerîng û serma pir
Ez xwe bavêm ber qefakî ku nemrim
Rêç windakir berîyê xwe da bayê kur

Kete pêş min darê hûr û wergi pir
Dişemitîm çalî ketin linge min

Bi ve tirsê bi ve xofe bi vi havî
Li xwe xist û got haho dayîka min

Hêza xwe kir ji ber piştê ranabim
Çalîyan derxim ii xwûnê xelas nabim

Xwûna min bîn da wa hovana kir zûrîn
Çeqel û rûvî kê tev buxwun laşê min
(...)


PÊŞGOTIN

Çewa her afirandin eynik û biriqîna ew mirov e. kû wê afirandinê dîxulqîne, ev afir- andine destê we jî biriqîna Feqîr e weka kû ez wî ji zû ve bi şexs dînasim. Feqîr bi vê afirandina xwe mafên sexsî û zomî di nav mafên gelê Kurdistan de helandiye, mafên gel yên giştî girtiye pêş û nêzîkiya xwe bi dilovanî honandiye, daye ber çav kû ew bi rastî  welatparêzê Kurdistan û ji helbes tvanekî girîngê Kurdistan e.

Bi avakirina vê afirandina xwe li gel pirsgirêk û hukmê giranbiha di nav gelê Kurdist- an, bi taybetî gerek bo xatir û qûdreta ronakbîrên fêodal, yên kû rûmetên gelê Kurdis tan bi dilxirabî pêş dikin û xwe pêşverû-welatparêz bi gelê Kurdistan didin nas - în, li ser qîmetên kû ne mafê wan e têtin rûniştandin, li gel neyîniya ev tişt bo gelê Kurdistan bi dilşewatî anîna ziman, perçebûna gelé Kurdistan ya fêodalî nexweştirîn aliyê gelê Kurdistan pêşçav xistin, ewên kû feyde ji vê rewşê dibînin û li mafên xwe yên sexsî digerin, çi bi bingeha baweriya olî, çi bi hebûna qudreta bingeha eşîrî dij- minê wanê bê aşitî ye. Ew dide zanîn kû ewan bi serdestan re xwediyê mafekî ne, li heremên Kurdis tan, ew des tdirêjên mafên dijminên kolonyalîs t li herem in; p ber vê yekê jî bi karînên kirêt gelê Kurdistan her tim di zorîna êşejiyan kişandinê de hîştine. Ev fêodalên des tlîzoka dijmin û hevalbendên wan ev cabş û sîxur yên rûreşên gelê Kurdistan ji bo mafên xwe yên rojane xweşbûna wan bi bê serefî dihonîne û ji bo eşkere kirina wan di nav gel de çi ji destên wî tên paş ve nahêle.

Ji vî ketibe, bi xemgînî diyar dike kû rûmeta rewşenbîr û welatparêzên, kû xwedî li qîmetên gelê Kurdistan derdikevin, kêm tê danîn, kêmaniya biriqandin û nasîna wan nav gel, ji hebûna kêmasî û têrnekirina îmkanan. kêm tê cî, ji ber vê yekê jî divêtiya pêşkêşkirina pêşengên têkoşîna serxwebûn, nasandina li dijî kolonyalîstan, dilgerm durust antî-fêodal bi rûmet ji bo pêşerojên Kurdistan bi qîmet û rûmeta rastîn bên cî kirin, dide zanin.

Ev afirandin ji bo gelê Kurdistan ne tenê bi aliyê welatparêzî, ji aliyê pirs ên demane yên gelê Kurdis tan dihonîne p girîng e, ewqas jî weka kû, ji aliyê ziman ji girîng e, wekî din afirandinek ji gelê Kurdistan re ji gelek aliyan giranbiha ye.

Ez di wê baweriyê de me, ev afirandin, kû di nav qîmetên gelê Kurdistan de ye, wê di pêvejokê de ji aliyê gel giranbiha bê dîtin û ciyê xwe yê pêwîst bigire.

E. XEMGÎN




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues